Di serî de PDK, hemû Kurdên ku nediviya Dr Berhem Salih bibe serokkomarê Iraqê, li hember hilbijartina wî ya ji bo vî postî, baştir e ku pirsê û dijayetiya xwe zêde dramatîze nekin, di asteka rasyonel a maqûl de werbigirin.
Rast e Dr. Berhem û YNK- ê ji ali yekrêziya neteweyî şaşîtiyên giring kirin, lê li hember buyerên vê sala dawîn ev gelek sivik in. Serxwebûnxwazên ku gefên xayinan daqurtandin, lazim e bibînin ku ev li ber wan buyeran, ava zelal e.
Muhtemelen hilbijartina Dr. Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî eger muameleyeka aqilane û hakîmane li gel bê kirin, dikare dewreka ji ya berê çêtir bîne. Dr. Berhem dikare bibe serokkomarekî ji Dr. Fuad Mehsum bikêrhatîtir.
Berhem ne merivê Îranê ye, eger hebe meyla wî zêdetir li ser Brîtanyayê û Amerîkayê ye. Ew helbet nabe serxwebûnxwazê Kurdistanê, lê ê hesas be ku balansekê têxe navbera PDK û YNK-ê. Çimkî ew ne YNK’yîyekî sadiq ê req e. Helbet ne mechûl e ku ew ê yekpareyiya Iraqê biparêze. Ew ê balansekê têxe navbera peywendiyên Iraq û Kurdistanê yên li gel Îran û Tirkiyeyê.
PDK jî şaşîtiyên mezin dike, ev bû çend çar ku hesaban şaş derdixe û dilikume. Diyardeyên berxwenedîtinê yên dûr û nêzîk gelek car in lê dertên.
Hilbijartina dawîn... Serkeftin e, lê ne yeka ew qas mezin... Xetera herî mezin ku Dihok jî tê de %40’ê berjortir hilbijêr neçûn ser sindoqan. Serok Barzanî hê berî hefteyekê got sermiyanê min 48 milyon Kurd in. Ev %40 ji wî sermiyanî ne û hêviya xwe ji hemû siyasiyên Kurdistanê birîne. Xetera mezin ev e. Firehbûna terk û qelşên nav yekrêziyê jî bi ser de tên.
Reform di nav partiyê (û hemû partiyan) de, her wiha di dewleta Kurdistana federe de îdî ferzek e ku wext di ser re diçe.
Yek ji wan reformên dewletê yên esasî ew e ku Kurdistan bêpayîn biçe nav sîstema nemerkeziya eyaletî û gelek ast û dezgehên ku li deveran xelk berfirehtir beşdarî îdarekirina welêt bibin bên avakirin.