Di pêvajoya hilbijartina dersên Kurdî de tevî ku yasa heye jî lê gelek caran birêvebirên dibistanan ji malbat û xwendekaran re astengiyan derdixin.
Li gelek dibistanan jî bêyî agahî razîbûna malbat û xwendekaran dersên helbijarde ji aliyê îdareya dibistanê ve têne diyarkirin.
Baroya Wanê jî bang dike ku li dijî her bêhiquqî û karên ne yasayî ew amade ne piştgiriya malbatên Kurd bike.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 3yê Sibatê dest pê kir û dê heta 17ê Sibatê berdewam bike.
Ji ber ku pêvajoya tomarkirina navan ji bo dersa Kurdî dest pêkiriye û li ber derê dibistanan zarok bi coşeke mezin pêşwaziya vê pêvajoyê dikin.
Hezkurd û gelek saziyên din jî li qadê ji bo hilbijartina dersên Kurdî kempîneya xwe didomînin.
"Dibistan li gorî xwe dersan hildibijêrin"
Endamê HEZKURDê Mehmet Bakî got:
"Di xebatên me yên îsal de li Bakurê Kurdistanê her kes bi dilgermî nêzîkî me û hevalên me dibe lê mixabin hinek gazinên xwendekaran hene.
Li vê dibistanê mamosteyan bêyî ku ji malbatan bipirsin ji bo zarokan dersên wekî matematîk an dersên zimanê biyanî hilbijartine.
Loma em ci qasî xebatê bikin jî eger karên wisa bêne kirin xebata me bê encam dimîne."
Di pêvajoya hilbijartinan dersên Kurdî de malbat û xwendekar gelek caran rastî astengiyan jî tên.
Baroya Wanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne di aliyên hiqûqî de piştgirî û alikariya malbatan bikin.
"Birêvebirên dibistanan li gorî yasayê kar nakin"
Serokê Komisyona Ziman a Baroya Wanê Alî Şapkacî wiha got:
Me bi şiklekî online formek amade kiribû, me digot dema malbat astengan dibînin bila bi rêya wê formê serlêdana xwe bikin.
Di vê pêvajoyê de me dît ku birêvebirên dibistanan li gorî yasayê kar nakin, zêdetir karên xwe li gorî keyfiyetê dimeşînin"
"Baroya Wanê Amade ye"
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî wiha axivî:
"Baroya Wanê, Komisyona Zimanê Kurdî ji bo we amade ne.
Çi asteng û pirsgirêk ji we re çêbûn bila li me bigerin xwe bigihînin me.
Çi ji destê me bê li gorî hiqûq û yasayan em dê alikariyê bikin."
Dersên Kurdî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de li dibistanên navîn yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dayîn berdewam dike.
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên kurdî jî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nava dersên bijarte de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarên heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
Li Tirkiyeyê mafê hilbijartina dersa Kurdî sala 2012an di bin sernavê 'Ziman û Zaravayên Zindî' de dest pê kir.
Li gorî vê guherînê, eger li dibistaneke ku 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin divê dewlet mamosteyekî erkdar bike.
Rudaw