Baran Hemze
Wekî tê zanîn li bakurê welatême di demek nêzîk de hilbijatina herêmî, an bi navekî din hilbijartina şararadarîyan dê çêbibe. Ji bo wê sedemê gelek dan û standin kulîsên paş derîyan, gelek xurt û bê westan dimeşe. Li bakurê welatême tenya hêzek heye ku bi organîze ye. Dizanin çi dikin, xêncî wî, yên ku navê wan rêxistine lê, di eslê xwe de vateyê rêxistinî bi tû şêweyê bi cîh naynin an nikarin bi cîh bînên.
Gelek alî heye. Bi bazarîyên erzan li paş berjewendîyên xwe digerin, mabesta wan îdarekirina şaredarîya nîne, tu bernameyek wan tuneye. Tu daxwazek wan an xebatek wan di raya giştî de nayê şopandin. Ji xwe tu xebatek xwuya nake, ji bo xwuya bike divê hebin ew jî tuneye.
Hinek rêxistinê dinê hene, wan demê dawî yekîtîyek pêkanîn û anagorê xwe jî karê xwe dimeşînin, hêvîdarim biserkevin. Biserketina wan feydê miletême ye. Lê ew jî di qadê de herçend nû ye, lê di eynê wextê de jî kewne.
Niha bikaribe bibin bersîvek xurt gelek zehmete. Lê xebata wan jî cîhê kêfxweşîyê ye. Demek berê li Kurdistanê ligel gelek dost û hevalan re mecale minê gengeşîyê çêbû. Her yek di hundirê xwe de xwedî biryare, lê haya miletême mixabin ji wan tuneye. Min ji dostek xwe pirsî, ka hûn çi dikin? Bo çi ji tevxebatê dûr disekinin, bersiva wî wîsa bu. Em dewletbunê dixwazin, min gotî ma ew jî dixwazin. Gotî na, ew naxwazin. Lê ew jî baş dizane ku daxwaz bi serê xwe têra tiştek nake. Divê egerê wî pêk were, xebatek bê westan, dilsoz û di qadê de divê hebin. An tenya bi daxwazê dewlet pêknayê!
Xwezî bi dilxweşî mîrov bêje her tişt başe, bi hêvî dimeşe. Lê hîn jî li bakurê welatême rewş gelek xirabe. Gelek dilsozên welat hîn hene lê hêvîyên wan hatîye qelskirin, şikandin, pêdivîyek hejandinek qewî divê hebe.
Ew hejandin, dikare carek din ji nûva wejîn çêbike, ew ne dûre. Lê, gelek zehmete. Hinek fîguranê "sîyasî" mixabin hîn paş navê rêxistinên welatperwer xwe vedişêrin, bazarîyê berendamîya navçeyê piçuk bi hêzek ku serkirdatî wî çepê tirk dikşîne lê bingeh Kurdistanîye re.
Ji ber derîyê wan naçin. Lê tu qîmeta wan jî liba wan jî tune ye. Wan kesên şikestî mixabin bi navê rêxistina lava dikin ku cîhek bidine wan an bibin cîgir, an çend endamên meclîsê bi dest bixin. Bawer dikim bi piranî, dê ew daxwazên wan pêk neyen û paş hustiyê xwe bixurînin û biçin di mala xwe de rûnên.
Welatperwerîya wan tenya di nava çar diwaran de ye, tu keda wan nîne û dixwazin xwe bi rîya parsê "hebûna xwe" bidomînin. Bi kurtayî bo wan mirov dikare bêje, ”çavê li derîya xwelî li serîya”.
Ji xwe bo wan kesên bê kêr muxtarî jî zêdeye. Di eslê xwe de yê min pirrr zêde ne rehet dike kesên kêr nehatî hîn jî xwe didin pêş û hinek dilsoz jî dibin leystoka wan. Mixabin.
Ji xwe heya kesên dilsoz dengê xwe bilind nekin dê her biçe çend dilsozên derdora wan jî destê xwe ji wan bikşînin. Hêdî mecalê ji nû va ava bibin namîne. Dîrok dê hesabê ji wan bipirse. Livir, berpirsyarîya herî mezin gor min, liser milê PWKê dikeve.
Çawa ku bi îradeyek xurt hêvîyek nû dane destpêkirin, divê bi xebatên xwe yê kolanan wê hêvîyê berdawam bikin. Bi xebata xwe rê li pêşîya tevxebatek fireh bikin.
Bawer dikim bi wê cureyê xebat dê rê liber dilsozên welat vebike.
Bi Kurtahî bazarî bi hêz dibe, bi parsê nabe. Heger keda we di hundirê welat de tunebe û hebuna we jî cîhê pirsê be, tu qîmeta we jî tûneye. Bersîva hemî tişta xebatek bê westan û Kurdistanî buyînê de dikare rolek erenî bileyze.
Bi hêvîyê tevxebatê Kurdistanîyên dilsoz, liser esasê xwe îdare kirinê şax bide.