Berê dixwazim diyar bikim ku vê hilbijartina di 24.06.2018an li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê pêk hat, gelek ders û fikir da me. Min xwest vê çi da me û çi ji me bir di vê nivîsa xwe de hinekî li ser wê rawestim.
Baweriya we hebe, li Bakurê Kurdistanê ti norm û pîvanên siyaseta kurdan nemaye. Dema siyaseta kesên mazlum, feqîr û kolonî bikeve destên serdestan, êdî ji wî gelî, ji wî xelkî re tu fêda xwe tune ye.
Niha ev rewş berê jî diyar bû. Lê di vê hilbijartinê de pir xweş û zelal hate zanîn. Diyar bû ku kî çawa û ji bona çi, li ser çi esasî fikirîn û dengê xwe bi kar anîn.
Niha projeya tirkbûna kurdan ji dema komara tirk hatiye damezrandin û pê de weke proje tim di rojevê de bûye. Lê wan şer û pevçûnên tirkan ên li hember kurdan her çiqasî barbar jî bûn lê kurdan ti caran li hember wan serê xwe netewandin.
Kurdan pir bedel dan. Welat wêran bû, gund bajar vala bû. Lê dîsa jî kurd weke kurd li ser erda xwe man. Kurdbûna xwe ti caran înkar nekirin û li gor wê jî piştî her têkçûnekê, tevgerên nû pêk dihatin ku welatê xwe azad bikin.
Piştî şer û pevçûnên dûr û dirêj, desthilatiya tirkan fêm kirin ku bi darê zorê, bi hukmê çekan dê nikaribin kurdan bikin tirk ango wan bêdeng bikin. Lewra jî biryar dan da ku rêxistinekê li ser navê kurdan û ji wan, lê bi destê dijmin bête meşandin ava bin.
Armanca vê rêxistina ango ya PKK ew bû ku li ser navê kurdan û bi destên kurdan vê projeya Komara Tirkan bixin jiyanê. Ji bona vê jî çi ji wan hat kirin û hê jî dikin.
Li kîjan perçê çi hêjayî û destkeftin hebûn, xwest û dixwazin têk bibin. Ji bona wan ya girîng jî ew bû ku li perçeya mezin, hemû tevgerên heyî têk bibin da ku ew çi û çawa bixwaze wiha bibe ango bike û dikin.
Mesele gelekî dûr û dirêj e. Gelek bi zanîn ev proje hat nivîsîn û tê meşandin. Loma min jî weke gelekan li ser vê mijarê nivîsî ye, loma niha naxwazim dîsa binivîsînim. Min xwest nerîna xwe û helwesta hin kes, partî û rêxistinan di vê hilbijartinê de çi bû eşkere bikim.
Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê bi destê PKKê û li gor daxwaza desthilata tirkan siyaset qirêj kirin û hê jî dikin. Qirêjbûna vê siyasetê kurd kirin weke marê tu ço li serî bixe. Di siyata Bakurê Kurdistanê de tu helwest, hîs û baweriya neteweyî hema hema nemaye.
Hin ji wan rêxistin û kesên xwe kurd û Kurdistanî didan diyarkirin û zanîn jî me dît ku ew ji bona projeya tirkbûnê ji HDPê re bûne alîkar. Bi zanebûnî an bi nezanî ketin xizmeta kemalîzmê. Ji ber diyar bûye HDP ji bendavê xilas kir, kemalîzm û van rêxistinên me yên ji xwe re digotin em kurd û Kurdistanî ne.
Me dît û bihîst ku tevger û partiyên ji xwe re digotin em kurd û Kurdistanî ne jî, lê di vê hilbijartinê de nikarîbûn helwesteke neteweyî bigirin. Ji ber ku helwesta neteweyî dikarîbû dawiya hin rêxistinan bianiya.
Ji bona xwe tune neke û her serokatiya hinan bê domandin nikarîbûn bibin xwediyê xwe û helwesta netewî. Ji ber bêhelwestiya wan partiyên me dengê hevalbendên wan ji kemalîstan re çû.
Piraniya endam van rêxistinan, weke gelek caran dîsa bi def û zirnê çûne dengên xwe dane hdp da ku kurd bibin tirk. Ya jî projeya tirbûna bi hêztir kirin. Van bi vî awayî û Kemalîstan jî li gor li hevkirinê dengên xwe bi dizî dane hdp.
Van rêxistin û partiyên me ji ber bê helwestiya xwe û dengdana endamên wan ya ji bona hdp, projeya dewletê ya ku bi destê pkk tê meşandin, di vê hilbijartinê de meşrû kirin.
Weha kirin ku êdî helwestên kurdewarî hatin şkandin, baweriya neteweyî hema hema nema. Kurdên ku hinekî neteweyî difikirîn jî ji qudûm xistin.
Her weha hat dîtin ku hdp dengê xwe li kurdistanê kêm kirin û heger ne ji wan partiyên digotin em kurd û kurdistanî ne wê bi temamî wenda kiribana. Lê wan dîsa bi destên xwe, bi biryara serbestkirina endamên xwe, xwîneke taze dane hdp ya ku xwe tu caran weke partiyeke kurdan nedîtî ye.
Ez gihiştim wê baweriyê ku êdî li bakurê kurdistanê xeta neteweyî bi destên van partî û rêxistinên me têk çû. Van partî û rêxistinên me wê ji niha û pêde çi ji gelê xwe re bêjin wê meraq dikim.