Hilbijartina Parlamenteran a Îsraîlê îro encam dide

Îro xelkê Îsraîlê diçe ser sendoqan û hikûmeta xwe ya nû û parlamenteran dîyar dike. Rikberîyeke tund di navbera Netanyahû û hevrikê wî General Benny Gantz da heye.

Xelkê Îsraîlê îro ji saetên destpêkê yên sibehî ve çûne ser sindoqên dengdanê da ku bi dengê xwe 120 nûnerên xwe di parlamentoya wî welatî da hilbijêrin.

Herwiha bi dengê welatiyên Îsraîlê, partiya serkevtî jî dê were diyarkirin ku dê hikûmeta nû li wî welatî pêk bîne.

Serokê Partiya Likud Benjamin Netanyahu ku 14 sal e Serokwezîrê Îsraîlê ye, hewl dide bo xûleke din desthilatê di destê xwe de bihêle û careke din bibe serokwezîr, lê belê rikeberî di hilbiajrtinên îro de gellek nêzîk û tund e.

Hevrikê Netanyahu yê bo posta Serokwezîriyê Benny Gantz general û serfermandarê berê yê Artêşa Îsrîalê ye û ji ber ku mijara leşkerî li Îsraîlê giring e, ev yek dibe sedem ku piştgiriyeke mezin a xelkê werbigire.

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes