Xwendekarê Fakûlteya Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê Ozcan Ozsoy, çima ku di 2002ê de daxwazname dabû zanîngehê ku "Bila dersa kurdî bibe derseka bijarte" di derheqî wî de lêgerin hatibû kirin û ji zanîngehê hatibû dûrxistin.
Piştî ew ji zaningehê hatibû dûrxistin wî li Dadgeha Qanûna Bingehî doz vekiribû. Dadgeha Qanûna Bingehî a TIrkiyê doza Ozsoy bi heq dîtîye û biryar daye ku Rêveberiya Zanîngehê 30 hezar TL tazmînat bidin wî.