Berî ku ez pirsa wan canik û camêrin vê pirsê ji min dikin bidim, dixwazim hinek behsa xwe û pêvajoyê nez bi xwe tê re derbasbûme bikim.
Weke cıvata me kurdan ya ku niha em têde dijîn, kes tu caran behsa xwe û kêmaniyên xwe nakin. Lê em bi piranî û bi giranî dikarin behsa herkesan bikin. Rexneyên xwe bikin, kêmaniyên wan bêjin.
Lê rojek ji rojan nebûme şahidê wê yekê ku hin ji me, siyasetmedarên me, rewşenbîrên me, welatparêz û dilsozên gelê me, rojekê an carekê jî behsa xwe û kêmaniyên xwe nekirine û nakin. Aha meselane bi serketina me ya kurdên bakur jî yek jê ev e.
Dema te kêmaniyê xwe nedît û negot, dema te tim pesnê xwe da. Mesele li vir êdî diqede.
Lê min gelek caran ji ber hin şaşiyên xwe, kêmaniyên xwe ku hatine kirin lêborîna xwe xwestiye. Min hin caran nas û dostên xwe jî bi nivîsên xwe êşan dibin jî, min doza lêborînê li wan kirîye.
Dema mirov kar kir û xebitî, dema mirov ji bona azadiya gelê xwe her di nav kar de be, helbet wêkê maniyên mirov jî çêbibe. Lê ya girîng ew e ku mirov bikaribe kêmaniyên xwe bibîne û careke din wê neke.
Heger em vegerin mijara xwe ya ku ez çima bi piranî pesnê Partiya Azadiya Kurdistanê didim. Ji ber ku gelek dostan ev ji min pirsîn û di dipirsin. Min xwest bersîva we hêjayan bi vê nivîsê bidim,
Çima pesnê PAK ê didim???
Ji roja PAK hatiye damezrandin û heta niha dixwaze ji bona gelê xwe kar û xebatekê bike. Dixwaze li gor hêz û qaweta xwe, li gel rêxistinên niştîmanperver li bakurê Kurdistanê bibin altarnatîfek. Hewldanên wê her berdewam e.
PAK di rêya xwe de baş dimeşe, di helwestên xwe de ne çep û rast e. Di biryarên xwe de xwedî destûr û bernameyeke neteweyî ye. Lewra jî carna kêmaniyê PAKê bibejî, zû li xwe ver diqilê û wan serrast dike.
Loma ji bona wê ya girîng destûr û bername ye, kar û xebatê li gor wê ye. Ango kirin û gotinên wê bi piranî hevdu digire. Li gor min heta niha PAK li gorvê tevgeriyaye û digere, Ji ber vê ez jê hez dikim û dixwazim PAK li bakurê Kurdistanê bibe altarnatîfeke xurt.
Helbet altarnatîf jî bêpiştgirî nabe. Ji ber vê ye ku tiştên ji min tê ez wê pistgiriya xwe bi nivêsên xwe dibêjim û diyar dikim. Herkes li gor hêza xwe, qaweta xwe, zanîna xwe û li gor rewşa madî alîkariya PAKê bikin wê gavê dikare bibe ew altarnatîfa ku em hemî behsa wê dikin e.
Lê ez dibînim ne weha ye. Hinan ji xwe re kirine adet, divê li dij herkesan û hemî rêxistinan bin. Rêxistin an kesan naecibînin. Li gor zanîna xwe ku ew zanîna wî/ê têra her tiştî nake, rexnan dikin bê ku çareseriyê jî bêjin.
Divê êdî rewşenbîr siyasetmedar û zanên(!) bakurê Kurdistanê dev ji vê adetê berdin, ji bona derxistineke ango altarnatîfeke li ser xeta berjewendiya gelê kurd peyde bikin. Peydekirina wê jî bi alîkarî û piştgiriya rêxistin an partiya ku mirov nêzîkê xwe dibîne, dibe.
Li me kurdên bakurê Kurdistanê weha hatiye ku êdî em tu partî û rêxistinan naecebînin, ji bona altarnatîfeke baş kar û xebatê nakin Tenê rexnan dikin û em nikarin rêya çareseriyê jî pêşniyar bikin.
Madem em rêxistin û partiyên hene naecibînin, wê gavê divê em xwedî pêşniyarên ji bona altarnatîfek baş bin. Em wê jî nakin. Em di nav salan de çûna êdî kar ji me gelekan nayê. Loma ha ha em paşgotiniya hev dikin, dixwazin hevdu li ser meseleyên şexsî pîs bikin. Herweha em naxwazin rêxistina ku ez ne di nav de bin, bi serkeve jî. Ev şaşiyeke mezin û tawaneke giran e.
Daxwaza min:
Bi rastî ji bona altarnatîfeke baş îro li bakurê Kurdistanê bi alîkarî, piştgirî û xurtkirina PAKê em dikarin bibin hêz û qawetek ku em dixwazin û bi saya wê jî em dikarin hîmê eniyeke neteweyî li bakurê Kurdistanê bînin.
Niha jî hevkariya du partiyan (PAK û PSK ) bi hevre hene. Ev hevkarî dikare bi beşdarbûna HAK-PARê û potansiyela ango binamala PDKT-KUKê hevalên hêja dilovan û xebatkarên gelê xwe ku hêne di nava tu rêxistinan de ne jî hewl bidin bi tevgereke ku dixwaze bibe altarnatîfek xurt bikin. Herweha û hêvîdarim ku vana bibin eniyek bi hêz. Dûre jî dikarin bangî partiyên ji xwe re dibêjin em kurd kurdistanîne, bikin.
Li gor min wan ên min bi nav kirin, karê xwe bikin, erkê xwe yê niştîmanî pêk bînin ew daxwaza me hemûyan dê pêk bê. Ji ber ku niha rewşa bakurê Kurdistanê gelekî xerab evan camêrana, partî rêxistina mudaxeleyê vê pêvajoyê nekin, wê bi destên xwe ew agirê bi bakurê Kurdistanê ketiye gûrtir bikin. Hêviya min ew e ku vana zû erkê xwe bînin cih û wî agirê bakurê Kurdistanê daye ber xwe û dişewitîne, bi hevre vemirînin.
Divê partiyên me, rêvebirên me, siyasetmedarên me, aqilmend û rîhsipiyên me, vê baş bizanibin ku bakurê Kurdistanê li ber têk çûnê ye. Bi tevgereke xurt, bi hêzeke xwedî qawet, bi eniyek xwedî îmkanên madî, mudaxeleyî vê pêvajoyê nebe, bakurê Kurdistanê heta demek dirêj têk dihare. ÊDÎ HÛN DIZANIN