Hîndistan: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 3 Mîlyon Derbaz Kir

Hikûmeta Hîndistanê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li welêt 3 mîlyon derbaz kirîye.

Li gor daxuyanîya karbidestên Hîndistanê, ew welat di sê hefteyên dawî de, bi hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona di rêza pêşî de ye.

Hîndistan, di hejmara pêketîyên vîrusa korona de li dû Amerîka û Brezîlya tê.

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê dîyar dike ku li welêt heta niha 3,044,940 pêketîyên vîrusa korona hatine tespît kirin û 56,706 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane ku li wî welatî 1,3 mîlyar kes dijîn.

Dengê Amerîka

 

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!