Hîndistan jiber Zarara Vîrusa Korona Çêkirîye Paketeke bi 260 Mîlyar Dolar Hazir Dike

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi dîyar kir ku wan bo zararên aborî paketeke alîkarîyê ya bi 260 mîlyar dolar hazir kirîye.

Navenda Nûçeyan - Modi da zanîn ku di wê paketê ji cotkaran hetan kompanîyên karkerên koçber dixebitînin bo gelek alîyan alîkarî heye.

Wî got ku Wezareta Darayî dê di rojên pêş de hûrgilîyên paketê ragihîne.

Li Hîndistanê heta niha bi qasî 70,000 kes bi vîrusa korona ketine û pirtir ji 2200 kes bi vîrusa korona mirine.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!