Hîndistan Nikare Pêşî li Belavbûna Korona Bigire

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê di 24 saetên dawî de pirtir ji 90 hezar pêketinên vîrusa korona ragihand û bi wê hejmarê rekora pêketina rojane şikand.

Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê di 24 saetên dawî de pirtir ji 90 hezar pêketinên vîrusa korona ragihand û bi wê hejmarê rekora pêketina rojane şikand.

Hîndistanê bi pêketinên nû Brezîlya derbaz kir û bi pirtir ji 4,2 mîlyon pêketinan li dû Amerîka ya li rêza pêş, ket rêza duyê.

Li gor daxuyanîya Wezareta Saxlemî ya Hîndistanê, piranîya pêketinên nû yên vîrusa korona li eyaletên bi navê Maharashtra, Andra Pradesh, Tamil Nadu, Karnataka û Uttar Pradesh hatine tespît kirin.

Hikûmeta Hîndistanê jiber jinûve geşkirina aborîyê jimareke sînordarkirinan bi dawî kirine.

Vîrusa korona li Hîndistanê heta niha 71,642 kes kuştine.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye