Hiqûqa Pêwendiyên Beşên Kurdistanê û Partiyên Kurdistanê û PKKê ( I )

Îbrahim Guçlu

Îbrahîm GUÇLU

Min di nivîsa xwe ya hefteya bihûrî de statuya hiqûqî ya PKKê li Dewleta Federal ya Iraqê û li Herêma Federa ya Kurdistanê analiz kir.

Piştı nivîsa min beşek hevalan statuya PKKê ya hiqûqû, statuya Kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê û Herêma Federa ya Kurdistanê wek hev şirove kirin.

Ev şirova heger bi nezanî nehatibe kirin û bi zanetî hatibe kirin, ev trajediyeke mezin e.

Loma ez di xwazim bi du nivîsan statuya hiqûqî ya navberab beşên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê; statuya hiqûqî ya PKKê û rêxistinên Kurdistanê; statuya PKKê li Dewleta Federal û Herêma Federe ya Kurdistanê analîz bikim û radestî raya giştî ya kurdperwer û”xistinên Kurdistanê bikim.

 

&&&&&&

 

Hiqûqa di navbera rêxistinên Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê de, mijareke gelek girîng û stratejîk e. Hezar mixabin hemû kûrd,  rêxistinên Kurdistanê û siyasetvanên kurdperwer di vê mijarê de him nezan in,  him jî tevliheviyek heye. Loma jî di pêwendiyên rêxistinên Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê şaşiyên mezin pêk tên.

Hîç şik tune ye ku ev mijara ji bona avabûna hiqûqa demokratîk  ya Kurdistanê jî gelek girîng e. Yanî ev hiqûqa, di heman dem de dibe sedem ku li Kurdistanê hiqûqeke civakî û demokratîk jî ava bibe; an hiqûqeke demokratik û civakî ava nebe.

RÊXISTINÊN KURDISTANÊ DIVÊ JI HIQÛQA HEVÛDÛ RE RÊZDAR BIN Û DI AVAKIRINA HIQÛQA DEMOKRATÎK YA WELÊT DE ÇÊKER BIN…

Kurd, netewe ye û neteweyeke kevn e. Neteweya kurd jî li beşek erdnîgara Rojhilata Navîn cîwar bûye. Welatê kurdan jî, Kurdistan e. Welatên kurdan Kurdistan, ji derveyî îradeya wan bi îradeya derve, erdnîgara wan, welatên wan bi destê Împaratoriyên dagirker û kolonyalîst hat parçe kirin. Kurdistan, di sala 1639an de encama Peymana Qesrî Şêrînê di navbeyna împeratoriya Osmanî û Farsî de bû du beş .

Parçebûna Kurdistanê li wir jî nesekinî, Piştî Şerê 1-emîn Ya Dinyayê encama Peymana Lozanê bi destê dewletên mezin yên emperyalîst û dewletên kolonyalîst yên herêmî, bû çar parçe.

Perçebûna Kurdistanê, neteweya kurd jî parçe kir. Parçebûna netaweya kurd, parçebûna jiyana wê ya civakî, siyasî, aborî, eşîretî, erdnîgarî, aqlî jî parçe kir.

Loma jî kurdan, ji hevûdu dûr jiyanek domandin. Di bin dagirkerî û kolonyalîzma dewletên cûda de jiyaneke cûda ya rêxistinî jî, pêşve birin. Di heman dem de ev yeka bû sedem ku hêjayiyên milî yên neteweya kurd qerekter û qalibekî din qezenç bike.

Ev parçebûna Kurdistanê bû sedam, ku li tevayî Kurdistanê tevgereke neteweyî ya hevbeş jî ava nebe. Li her beşekî Kurdistanê tevgerek cûda ya neteweyî ava bû û hat rêxistin. Li her parçeyeke Kurdistanê serokên cûda yên milî çêbûn. Li her parçeyeke Kurdistanê rêxistin û partiyên cûda ava bûn.

Dîsa ev parçebûna Kurdistanê û neteweya kurd bû sedem ku li her beşekî Kurdistanê hiqûqeke cûda biqewime û li tevayî Kurdistanê hiqûqeke hevbeş ava nebe.

Lê di navbeyna hemû parçeyan de hiqûqa eşîretî ya civakî bi awayekî parçebûyî domand.

Li her parçeyeke Kurdistanê guhertina civaka kurd bi proseseke cûda pêş ket û qewimî.

Li her parçeyekle Kurdistanê sîstemeke aborî ya cûda ava bû. Lê bi awayekî, ji derveyî hiqûqên yên dewletên kolonyalîstên fermî, ji aliyê tîcarî de bi taybetî jî li sînorên Kurdistanê hiqûqeke neniviskî pêk hat.

Li her parçeyeke Kurdistanê çandeke cûda ya siyası çê bû. Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di bin tesîra çanda siyasî ya dewlet û neteweyên serdest û kolonyalîst de man.

Heta mirov dikare bibêje ku ji bona her parçekî, ji derveyî çanda giştî ya kurd, çandeke her parçeyekê derket holê.

Li Kurdistanê yekîtiya ziman çê nebû. Zaravayên Kurdî ji hevûdu dur ketin. Heta di navbeyna devokên herêman, bajaran, bajerokan, gundan, eşîretan de jî fergên mezin qewimîn.

Loma jî di her qadê de divê pêwendiyên her parçeke Kurdistanê jî taybet bin.

Di peywendiyên her çar parçeyan de tevgerandineke hevbeş, di eynî qerekterê de nabe.

Bi taybetî jî pêwendiyên siyasî yên çar parçeyan, partî û rêxistinên her parçeyan, divê xwediyê taybetiyekê bin. Ji hevûdu re rêzdar bin, ji heq û hiqûqê hevûdu re rêzdar û xessas bin.

1-Di pêwendiyên rêxistin û partiyên Kurdistanê de divê wekheviyek û piştgiriyek hebe. Partî û rêxistinek destwerdana rêxistina parçeyekê din neke.

2-Her parçeyeke Kurdistanê ji serokên parçeyên din re rêzdar be. 

3-Rêxistin û partiyeke Kurdistanê li beşekî din daxwaza hegemonya, desthilatdarî, serwerî neke.

Dema ku partiyên Kurdistanê ji van pîvan û hiqûqê re rêzdar nebin, di navbeyna wan de şer derdikeve. Ceribandina Kurdistanê jî, vê yekê ji me re nîşan dide.

 

Beriya 76 salan li Komara Kurdistanê ya Mehabadê, Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed ev hiqûqa neteweyî çêkirine û baş jî meşandine. Mele Mistefa Barzanî wek serokekî Başûrê Kurdistanê û xwediyê hêza pêşmergeyên leheng, ketiye bin xizmeta Komara Kurdistanê û serokatiya Qazî Mihemed.

Mele Mistefa Barzanî tu wext li Rojhelata Kurdistanê û Komara Kurdistanê ya Mehebadê destwerdanî nekiriye û ji serokkomariya Qazî Mihemed re rêz girtiye, wek pêşmergeyekî xizmet kiriye, bûye serleşkerê Komara Kurdistanê.

 

Loma jî, divê  hemû kurd, kurdpewer, rêxistinên Kurdistanê, ceribandin û hiqûqa Serok Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û Serokkomarê Kurdistanê Qazî mihemed baş fahm bikin, ev hiqûqa neteweyî ya di berjewendiya neteweya kurd û Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê de bixe jiyanê.

PKK, RÊXISTIN Û TEVGEREKE KURDISTANÊ NÎNE. LOMA JÎ LI DIJÎ HİQÛQA NAVBERBEŞÊN KURDİSTANÊ Û RÊXISTINÊN KURDISTANÊ YE…

Rastiyek heye ku PKKê wek apareteke dewleta Tirk, ji bona ku  Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê,  Partî û Rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike; pêşiya dewletbûna Kurdistanê bê girtin, ava bû. PKK, ev misyona xwe li Bakurê Kurdistanê gelek baş pêk anî. Pişt re jî li Rojavayê Kurdistanê û li Rojhelata Kurdistanê ev misyona xwe meşand. Li van herdu beşan jî gelek serkeftî bû û dezgehên îstixbaratê wan dewletan re kar kir. Li Kurdan zûlim kir. Li Rojavayê Kurdistanê bû wekîlê Rejîma û Dîktatoriya Baasê

Loma jî divê mirov baş bizane ku PKK ne rêxistineke Kurd û Kurdistanê ye.

Gelek aşkere ye ku PKKê rêxistin û tevgereke Başûrê Kurdistanê hîç nîne.

“Bi saya serê Başûr heta niha kariye jiyana xwe berdewam bike. PKK nêzikî 500 gund li Başûr dagir kiriye û rê nade ku xelkê deverê gundên xwe ava bikin û hatin çûyinê bikin. Eger PKK ne li Kurdistana Başûr bûya Tirkiye tu cara nedikarî êrîşê vê deverê bike. PKK sedema yekemîne ku berê Tirka dide Kurdistana Başûr û dibe sedemê zererek mezin digihê xelkê sivîl yê deverê.

PKK dema pêwist li dijê peşmerge sekiniye û herî dawî hevpeymaniya xiyaneta 16ê Oktoberê kiriye. PKKê li dijê pêşmergeyan li gel Milisên Şîe hevalbendi kiriye û heta nihajî li devera Şingalê berdewam dike.”

1-PKKê xwe di ser hemû rêxistinên Kurdistanê re dibîne û ji hemû rêxistinên Kurdistanê re dijminitî dike. Ji bona ku wan tasfiye bike xebat û êrîş dike. Dixwaze ku mala hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibe û xirab bike.

2-PKKê dixwaze ku li hemû Kurdistanê desthilatdar be. Loma jî bi dewletên dagirker û kolonyalist, bi rêxistinên terorîst re tîfaq dike.

3-PKKê ji hiqûqa navberbeşên Kurdistanê rêz re nagre û pêwendiyên navbeyna beşên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê ji bona xirab bike, xebat û êrîş dike.

Divê hemû kurd, kurdperwer, rêxistin û partiyên Kurdistanê vê rastiyê bibînin û nas bikin. Îzin nedin ku PKKê pêwendiyên hemû beşên Kurdistanê, rêxistin û partiyên Kurdistanê xirab bike.

Divê Hikûmeta Kurdistanê îzin nedin ku PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê xirabiyê bike. Ji bona vê yeke jî hiqûqa neteweyî ya dewletê cî bi cî bike.Ji bona ku PKKê ji Kurdistanê bê derxistin, bi Hikûmeta Federal ya Iraqê re tîfaq bike.

Tetwan, 09. 09. 2024