Di heyama 30 salên borî de, qet nebe sê caran derfet ji Kurdan re peyda bûye ku herêmên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê vegerînin. Carekê di serhildana 1991ê de, careke din di sala 2003yan di dema rûxandina hikûmeta Baasê de û cara sêyem jî piştî hatina DAIŞê û heta giştpirsiyê (ji sala 2014 heta 2017an).
Di her sê caran de jî Kurdan herêmên xwe kontrol kiribûn, Pêşmerge serdest bûn, tewra hin herêmên Ereb û Tirkmenan jî ji aliyê Kurdan ve dihatin parastin û Kurdan berevaniya wan dikir lê çima ew dever ji destê Kurdan hatin derxistin? Rola hevkêşeya navxweyî çi bû? Rola hevkêşeya herêmî û navneteweyî çi bû?
Girêdana her serjimêriyekê bi çarenivîsa wan herêman ve, dê ji bo Kurdan bibe şaştiyeke stratejîk. Li ti herêmê, divê Kurd serjimartinê bi vegerandina axê ve girê nedin. Ji ber ku ti miletek xakjimêriyê nake, ango xaka xwe naxe dengdanê.
Tiştê ku vêga tê kirin, divê Kurd bi rengekî din pê re tevbigerin. Divê şertê wan nebe ku girêdayî hejmara neteweyê be. Çi û çend milet li ser xaka Kurdistanê bijîn, ew her xaka Kurdistanê ye. Girîng e ku ev yek were tekezkirin ku xaka Kurdistanê ye, ne xala Kurdan e çimkî li Kurdistanê gelên din jî dijîn. Divê Kurd înkar nekin ku Ereb li ser xaka wan dijîn, çawa ku miletên Tirkmen, Asûrî, Keldanî, Suryan û Ermeniyan înkar nakin.
Tiştê ku divê Kurd rexne bikin û ji bo kirina serjimêriyê bikin merc, cureyê zanyariyên di formê de ye. Mînak, divabû netewe di formê de hebe. Her wiha hûrguliyên bêtir li ser jiyan û debarê hebin. Wekî din jî divabû Herêma Kurdistanê qet razî nebe ku navenda zanyariyan (data center) a hevta li Hewlêrê neyê danîn. Tişta ku Bexdayê kiriye bafik ku xwedêgiravî pereyên wan nemane, lewra serverên navenda daneyan nekirîne, hinceteke lawaz e.
Herêma Kurdistanê karîbû 7 milyar dînaran ji bo kirîna pêdawîstiyan terxan bike. Hebûna nûnerê Herêma Kurdistanê li navenda daneyan (data center) a li Bexdayê bê sûd e. Ger (hêlek) aliyek ji daneyan ji wan re nehatibe cudakirin û di heman demê de kopiyek neçe harda Herêma Kurdistanê, hîn jî ev yek hêsan e û dikare were kirin.
Van rojan min bi pisporekî serjimariyê re behsa çawaniya pêkanîna serjimariyê kir. Egera şaştiyê di vê serjimariyê de ji rewşa asayî ku di zanista serjimariyê de hatiye destnşankirin, pir zêdetir e. Mînak, rahênana nêzî 19 hezar jimarvanî di nava sê rojan de û fêrkirina wan ji bo pêkanîna erkên xwe, karekî ne zanistî û xeletiyeke mezin e.
Pispor ji min re got, bi ti awayî bi zanistê re li hev nake tu 19 hezar kesî bi hev re deynî ser karekî ku cara ewil be wî karî bikin. Egera rêjeya xeletiyê ji wê hejmarê her 19 hezar kes in. Her wisa dagirtina nêzî 141 xaneyên pirsê bi çend şaxên cuda cuda, ne karekî hêsan e. Bikaranîna tabletê ji bo yên ku nû hatine damezrandin jî ne gengaz e, çimkî piraniya wan di vî warî de bê tecrûbe ne. Demeke dirêj e ji xwendinê qut bûne û zanyariyên xwe nû nekirine.
Min mijar şopandiye. Her ji roja ewil a destpêkirina rahênanan ve, hinek kes vekişiyan çimkî tê derxistine ku nikarin vî karî sergihayî bikin. Her wisa min bi hûrgilî pirsiye, hejmareke wan a mezin baş ji wan rahênanan fêm nekiriye. Loma metirsî heye ku form bi gelek xeletiyan ve ji Bexdayê re bên şandin.
Metirsiyeke din jî ew e ku serjimêrî di dema destnîşankirî de kuta nebe, xasma di wan her du rojan de, çimkî ger em bi girîmaneyeke bîrkarî rave bikin, di heyama du rojan de, ji jimarvanekî re 100 mal hatibin destnîşankirin û her roj 10 demjimêrên kar jê re bên hesibandin, her demjimêrekê malekê kuta bike, wê demê pêdiviya wî bi 100 demjimêrî heye (ango nêzî 4 rojan bi berdewamî).
Ger jimarvan bi sedema neşarezatî û tecrûbeya yekem, nikarîbû malekê di demjimêrekê de biqedîne û bû du yan sê demjimêr, wê demê dê di wan her du rojan de ji 100 malî, dibe ku kêmtirî 20 malî bijmêre, nexasim ku tablet dê demjimêr 12:00ê şeva 21ê 11ê rawestin.
Kurt û kurmancî, serjimêrî gelekî girîng e, bi şertê ku dane û hûrgilî têkevin destê Herêma Kurdistanê de jî. Lê belê divê serjimêrî bi xakê ve neyê girêdan, ji ber ku Madeya 140ê ku Kurd bi berdewamî ji bo bicihanîna wê şer dikin, dibe ku rojek were ji bo bicihneanîna wê şer bikin.
Çavkanî: Rûdaw