Hollywood û Netflix berê xwe didin Keleha Zêrzevanê

.

Kompaniyên Fîlman ên Hollywoodê û Netflixê ji bo kêşana fîlman serî li Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê dane.

Serokê Xebatên Kolîna Keleha Zêrzevan û Perestgeha Mîtrasê Kolyarnas Aytaç Coşkun ji Kurdistan24ê re ragihand, di demên dawîn de Kompaniyên Fîlman ên Hollywoodê û Netflixê ji bo kêşana fîlman serî li Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê dane.

Keleha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtras ji roja ku hatine kifşkirin ve bala hemû cîhanê dikêşin û her ku diçe serdêrên van şûnwarên dîrokî zêdetir dibin.

Serokê Xebatên Kolîna Keleha Zêrzevan û Perestgeha Mîtrasê Kolyarnas û Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Aytaç Coşkun ji Kurdistan24ê re aşkere kir ku di demên dawîn de Kompaniyên Fîlman ên Hollywoodê û Netflixê ji bo kêşana fîlman serî li Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê dane.

Aytaç Coşkun da zanîn ku niha 3 serîlêdan hene û hîn biryara dawî nehatiye dayîn û got: “Ji bo ku li Keleha Zêrzevanê û Perestgeha Mîtrasê sînema an jî belgefîlm werin kêşan ji kompaniyên fîlman ên Hollywoodê û Netflixê 3 serîlêdan bo Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê hatine kirin û hîn jî serîlêdan tên nirxandin.”

Coşkun herwiha ragihand: “Em niha xalek pêşwazîkirina mêvanan li kelehê çêdikin û em bawer dikin ku îsal hejmara geştiyaran  bibe 600-700 hezar û sala bê jî em pêşbînî dikin ku ev hijmara bibe 1 milyon.”

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn