Honandina rûhê netewî û referandûm!

Şeyhmus Ozzengîn
Piştî banga Serokê Herêma Federal a Kurdistan Mesûd Barzanî; ji 11 Çile 2017 ande di navbera PDK û YNK de têkilî û dan û stendin berdewamin. Di civîna yekem a 11ê Çilê 2017an de li ser 6 xalên sereke de bingeha stratejîyek netewî a hevpar hat sazkirin. Ji van 6 xalên stratejîk yek jî „Avakirina komîteke hevbeş ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên netewî jî bike, ev komîte mijarên weke pirsgirêka herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike." bû.
 
Helbet ji serîde divê bê gotin ku ev kar û bar pir hêdî dimeşe. Çendîn car bi rîya çapemenîyê hêvîya çareserkirina qeyranên siyasî û aborî hat dan. Lê dawî li van qeyranan nehat. Helbet pir sebeb hene. Lê sebeba yekem; helwesta Tevgera Goran û Tevgera İslamî (Yekgirtû) bû ku, her bûn asten ji çalakkirina Parlemento ya Kurdistan û dîtina çareserkirinek bingehin a hevpar e.
 
Tevgera Goran û Tevgera İslamî (Yekgirtû); li ser YNK her bûn presek mezin ku bi PDK re li ser van xalên serete bi helwestek netewî dan û stendinan nemeşîne. Ji bona çareserkirina van pirsgirêkan rêkevtin saz nebe. Helbet ev bi destê van herdû tevgeran dimeşîya, lê esas piştgirê „bipaşdexistinana sazkirina rêkvtin a yekitîyek netewî" dewletên neyarên Kurd û Kurdistan bi xwe bûn. Di her hewldanek netewî de hemû bi yek devî êrîş tanîn ser Hikumeta Herêma Kurdistan û hêzên bingehîn. Di van êrîşan de bi cûreyêkî eşkere PKK, Tevgera Goran û Tevgera İslamî (Yekgirtû) cîh digirtin.
 
Dema ku di van rojên çalakde; ji êrîşên DAÎŞ û heta ev roj, em daxuyanî û çapemenîya wan bidin ber çavan, emê raser bibînin ku ev hêz û Tahran-Ankara-Nûrî El Malikî û hêza nîjadperestên Ereb, di parlemena İraq de bê çawa wek kartek yek helwest derdikeve pêşberî me!
Tenê dema bilindkirina Ala Kurdistan li Kerkûk bînêrin, hûnê bibînin ku helwesta PKK-Tahran-Ankara–Bexda çawa hevûdû temam dike û bingeha êrîşên ser Kurdistan dihone. Di eynî helwestê de tirkan Tirkmenên Kerkûk, Bexda û Tehran jî Erebên Şîe bikar anîn li henber „biryara bilindkirina Ala Kurdistan" de. Wateyên van helwestan pir zelalin û ev helwdan yek bi yek di armanca pêşîlêgirtina prosesa serxwebûna Kurdistan de ye.
 
Ji bona ku prosesa serxwebûna Kurdistan di bingeha rûhekî hevpar û netewî de serkevtî bimeşe, divê gava yekem Mala Kurd xwedî yek helwest û yek biryar be di erkên netewî de.
Di bin presa van hewldanên xerab de, ji 2ê Cotmehê de helwesta danûstendinên di navbera PDK û YNK de zelal dibin: Di 28 ê Adarê de meclîsa Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ; „biryara bilindkirina Ala Kurdistan" da. Parlemento ya Irak, berdevkên Îran û Tirkîye û têkhatên Ereb û Tirkmen yên li Kerkuk bi yek devî behsa „yasayan" kirin û ev biryar redkirin.
 
Sebeb pir zelal in.
Helwesta wan ti caran dostane nabe û divê Kurd baş bizanibin ku dijminin û nabin dost!
Bi vê piresa ku hat ser herêma Kurdistan û biryara Kerkuk de PDK û YNK di bin Serokatîya Mesûd Barzanî de civîn lidar xistin û gavên ku dereng mayî avêtin. Li ser sê xalên girîng biryar ji vê civînê derketin:
 
„1-Pêkanîna Lêjneyek hevbeş ji bona referandûma serxwebûna Kurdistan,
 
2-Mijara deverên li gor maddeya 140 û bilindkirina ala Kurdistan li Kekuk û deverên din,
 
3-Çareserkirina krîz û kêşeyên siyasî û aborî yên Kurdistanê.
 
PDK û YNKê biryar dane lêjneyek hevbeş pêk bînin û bi wê lêjneyê bi partiyên din yên Kurdistanê re hevdîtin. Li gor agahîyên ku ji herêmê tên, PDK û YNK lijneyek bilind ji bona çareserkirina pirsgirêka referandûmê û serxwebûna Kurdistan sazkirîye û di 5ê Cotmehê de diçe Bexda.
 
Heta niha ji xeynî Tevgera Goran û PKK, hemû tekhateyên Kurdistan yên netewî û olî bi helwestek erênî piştgirîya biryarên di navbera PDK û YNK de dikin. Hin ji Bakurê Kurdistan û hin jî ji Rojava û Rojhilatên Kurdistan jî, daxuyanîyên piştgirîya biryaran derdikevin.
 
Ev gav pir girîng û dîrokî ne. Ji bona li herçar perçên Kurdistan helwestek hevpar derkeve holê û piştgirîya van biryarên dîrokî bêt kirin, her biryar û helwest têsîrê li ser qedera netewa me dike.

04.04.2017