Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, “Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.”
Endamê Boruya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civîna Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî daxuyaniyeka belav kir.
Zêbarî li ser civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî got:
“Civîna îro ya li Hewlêrê ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û Fermandeyê HSDyê yê Bakurê Sûriyeyê de ji bo bihêzkirina yekrêzî û pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê û li Şamê ji bo veguheztina siyasî ya aram destkefteke girîng e.
Spas ji bo hemû hevpeyman û hevalan.”
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî îro ragihandibû:
“Armanca me ew e ku em ewlehiyê ji bo gelê Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê dabîn bikin û gel vegere jiyana xwe ya asayî.
Hewl tên dayîn ku zextên li ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê kêm bibe û hemû aliyên siyasî yên li Rojavayê bi armanca paşerojeke baş ji bo Kurdan bikarin bi birêvebiriya nû ya li Şamê re danûstandinê bikin.”
Dizeyî her wiha bal kişandibû ser civînên salên borî û anîbû ziman:
“Ji bo yekîtiya Kurdên Sûriyeyê berê di bin çavdêriya Serok Barzanî de sê konferans hatin lidarxistin.
Lê mixabin aliyek pêbendî wan lihevkirinan nebû.
Dîsa jî hêvî heye ku diyalog ji bo dabînkirina yekîtiya Kurdan dê berdewam bike.”
Malpera Monitorê ya Brîtanî doh ragihand ku dê Mezlûm Ebdî were serdana Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.
Rûdaw