Hozanê Bengî: Mirovek bi şûnpêyek mezin ji dîroka me

.

Hozanê Bengî

Ev rojên bi ser me da derbaz dibin dîsa tijî ne, bi bîranîn û bûyerên cûr bi cûr û li her alîyên welatê me Kurdistanê. Li ser gelek ji wan, gelek kesan, gelek tiştan nivîsîne. Kêm zêde tiştên hêjayê gotinê ne hatine gotin. Lê hindek tişt hene, ku di dîrok û serpêhatîyên welatê me da rolên girîng dîtine, bê ku em gelek tişt li ser wan zanibin.

Ez dixwezim li ser yekê weha hindek rawestim, ku gelek ji me yên Bakûrê Kurdistanê haj pê nîne.

Ez deh panzde sal berê niha li Başûrê Kurdistanê çend mehan mam û ez gelek tiştên nû li ser, bi taybetî dîrok û kesayetîyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hîn bûm.

Di wan deman da Azad Cundîyanî birêveberê Dezgeha Ragihandina Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê bû – niha kar û barên xwe yên sîyasî di nav Partîya Demokrata Kurdistanê da dirêje pê dide. Birayek wî jî – navê camêrê nayê bîra min – di dezgehek ragehandinî da kar dikir û bi birêveberîya wî camêrê, festîvalek – li Başûr ji gelek çalakîyan ra yan dibêjin vistîval (festîval) yan jî karneval – birêve çû, ku li ser kesayetîyek bû, mixabin min gelek nasîn li ser tunebû. Heta niha jî, min tenê di nivîsek Aso Zagrosî da, û tenê wek nav dîtîye, ku Bakûrî li ser nivîsandibin. Paşî min zanî, ka çi kesek girîng û çi rolên mezin dîtîye li Kurdistanê, di destpêka sedsala berê niha da.

Ew camêrê Cundîyanî, ez jî dawet kiribûm bû festîvalê û ne! Gelek bi kelecan ez -ûm û bi kelecan û himbêzek materîal, belge, nivîs, kopî, ş hevpeyvînan ji festîvalê vegerîyam. Piçtê, ku ketime nav wan materîyalan, dilê min tijî bû, ku ez li ser wî kesayetîya mezin binivîsim- wek kitêbokek. Qet nebe, ji bo hindek ji Bakûrîyên, ku vî mirovê mezin nedinasîna, û meraqa wan ser dîrok û kesayetîyên dîrokîyên Kurdan hebû, çend zanyarîyan bigehanda wan.

Min di wan çend mehan da gelek peywendîyên giranbiha û berhemdar girêdabûn, û gelek materîyalên hêja û bêhempa li hev cevandibûn. Gelek vîdeohevpeyvîn û gerên li Kurdistanê û kitêb û kopîyan berhevkiribûn, ku paşî bikarim li ser kar bikim. Lê mixabin, hemû ev tişt, kitêbên min, dîyarîyên min, heta cil û bergên min di baholek mezin da wenda bû û çem û çem çû! Heta niha dilê min pê dêşe. Ji xwe piştê wî dilê min ji lêkolîn û nivîsê dûr ket.

Lê ew mirov tu carê ji bîra min derneket. Wê rojê, min li cihek xwend, ku salroja mirina wî ye û dîsa di bîr û dilê min da geş bû û kel û şoran pê ket. Min xwest hema kurt jî be, çend peyvan pê hev ve rêzkem. Hûn ê niha bêjin de bese hinde dirêj ke û bêje, ka tu çi dixwezî bêjî û ew kes kî ye?!

Husên Huznî Mukrîyanî Min ji bo vî nivîsê gelek alîkarî ji nivîsek Necat Rustî wergirtî ye. Rustî, Mukrîyanî weke, yekem dîroknivîsê sedsala berê niha dide nîşan.

Rustî dibêje, ku ev camêr bi zamanên; Erebî, Hîndî, Farsî, Turkî, Fransî û Rusî da gelek jêhatî bûye û baş zanî ye. Lewra jî karîye zanyarîyên bi wan zimanan, li ser dîroka Kurd û Kurdistanê wergerîne û bixe ber destê Kurdîzimanan. Hêj di 21 salîya xwe da derbider bû ye û li gelek welatan geraye, wek; Rusya, Efganistan, Sûrîye, Lubnan, Misir, Hicaz û Fransa û htd. Mebesta serekî ya gera wî lêgerîn bû ye, pê serçavî û zanyarî û belgeyên ser dîroka Kurd û Kurdistanê. Gelek kitêb û belgeyan berhevkirîye û rûniştîye bi berfirehî wan serekanîyan xwendîye. Husên Huznî sala 1890 da, la bajarê Mehabad – ku Kurdên deverê jê ra Sabilax dibêjin – ji dayik bû ye û di destpêkê da, li ber destê babê xwe û xalên xwe, di hucreyên medrese û Tekyeyên Kurdewarîyê da xwendî ye. Lê bi wan tenê nemaye û dest avêtîye xwendina kitêbên bi zimanên din, ku di wan deman da li ser Kurdan peyda dibû. Yekê jîr, jîrek, jêhatî û lêhatî bû ye.

Rustî vedibêje, ku Şêx Omer Wecdî, ku li Medresa Ezher mamostê Rewaqê Ekrad bû, ji Gîw Mukrîyanî ra nivîsîye û gotîye, ku wî, ji devê Muhemed Elî Ewnî bîhîstîye, ku ewî, çapxana Huznî Mukrîyanî li Helebê dîtî ye, ku li ser wêje û dîroka Kurdan tiştan çap û bilav dikir. Wî demê Elî Ewnî, di rê da bûye, ku biçe Swêrekê ji bo serdana mirovên xwe. Lê Huznî, hinde kar tê (tesîr) dike, ew jî biryar dide, ku vegere Misir û li wê ew jî, xwe ji bo lêkolîn û bilavkirina zanyarîyên ser dîroka Kurdan vala bike.

Rustî zêde zanyarîyan nade, lê wek di bîra min da mabe, Huznî bi wî meraq û lêkolerîya xwe, biryar dide, ku Metbee (Çapker) yek li Almanya bistîne û derbazê Başûrê Kurdistanê bike. Bi rêya Stembolê ve, jê ra li hev nayê. Ew jî Çapa xwe derbazê Helebê dike û wê demê, bi Kurdê li Helebê û Efrîn ra peywendî digire û tê gotin, ku yek ji wan çapên pêşî yên Mem û Zîn a Ehmedê Xanî jî li wê çap dike û govarek jî, li wê çapa wê dest pê dike – ez dibêjim, qey navê govarê Zarê Kurmancî bû ye – dikare Çîyayê Kurmancî jî be!. Dikare ev herdu jî bin û bi ser da jî, govarên bi navên Kurdistan, Ararat, Botan, Dîyarbekir û Soran jî hatibin çapkirin. Çend û çawan bilav bûne, ez pê nizanim.

Piştê demekî, jê ra li hev tê û çapa xwe derbazê Başûr, bajarê Rewandiz dike û sala 1926 da, li wê govara Zarê Kurmancî derdixe.1935 da, li Hewlêr govara Rûnakî weşandîye.

Piştê desthilata Iraqê, wî sirgunê Bexda dike, li wê jî, sala 1943 da serperiştîya govara Dengê Getî Taze dike.tê gotin, ku 40 heta 50 berheman li dû xwe hêştîye, ku hemû jî giran biha ne. Navên du kitêbên wî; “Xweşî û Tirşî” û “Merokê û Biznokê – Mih+okê û Bizin+okê”.

Dibêjin Husên Huznî Mukrîyanî, di 30 salên, ku ji bo xebata lêkolîn û nivîsîna dîroka Kurdan terxan kiribû, 17 kitêbê mezin, li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bûne. Navên hindek ji kitêbên wî; Mêrgey Dilan, Xunçey Biharistan, Pêşkewtin, Awirêkî Paşewe, Mîranên Soran, Kurdistanî Mukrîyan, Nawdaranî Kurd, Be Kurtî Helkewtî Dêrîkî, Lapereyek le Dêrîkî Kurdistanî Mukrî. Gelek berhemên wî jî negehîştine çapê. Me li jorê jî got, ku yan bi xwe , yan jî beşdarîya çap û bilavkirina gelek govaran kirîye. Bi kurtî divê ez bêjim, ku min kitêbek bi xwe jî dît, ku li ser xwedîkirina kurmên hewrêşimê (herr-îpek) bû. Kitêb bi wêneyan xemilandî bû û li ser çawanîya xwedankirin û berhemanîna hewrîşimê hûr hûr disekinî. Dibêjin, ku demek dirêj wan kurman xwedî kiri û hewrêşim jî berhemanî, lê zêde zanînên din li ser belav nebûye. Hêjayê gotinê ye, ku Gîw Mukrîyanî, Babê Kurdistan Mukrîyanî, ku kesayetîyên navnasin li Hewlêra Kurdistanê bi kar û xebatên xwe ve xuya ne, birayê Husên Huznî Mukrîyanî ye. Gîw jî ji nav me bar kirîye. Dîsa hêjayê gotin e, ku ew yekem çapxana Kurdan bû li Kurdistanê. Dîsa hêjayê gotinê ye, ku di wan deman da, Li Stembolê û Bakûrê Kurdistanê, rêxistina niştimanperwerî ya Xoybûn, bi gelek kadroyan ve hatibû damezirandin. Di nav van kadroyan da gelek kesayetîyên ji Başûrê Kurdistanê jî hebûn, ku Pîremêrd û Husên Huznî Mukrîyanî jî di nav da bûn û ewan paşî, wek Komîteya Başûrê Kurdistanê xwe rêkxistin.

03.10.2021

Kopenhag

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir