Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge belav kir û ragihand ku ew nizanin kê û çawa derb li Hêzên Pêşmerge daye.
Di daxuyaniyê de hatiye, piştî ku hêzên Pêşmerge “ketine qada kampa hêzên me yên li herêma Metîna bi armanca ku werin hişyarîkirin bi çekên şexsî gule bi hewayê de hatine avêtin.”
HPGê ragihandiye, “Ji wesahitên zirxî yek jê ku guh neda vê hişyariya me û tevgera xwe domandî piştre çawa derb lê ketiye ji aliyê me ve nehatiye tespîtkirin.”
Herwiha HPG diyar dike, “Tespît nebûye bê ka mayineke berê hatiye danîn teqiyaye an jî êrîşeke hewayî çêbûye.”
Wezareta Pêşmerge jî derbarê êrişa li ser Hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “Îro sere sibehê 5ê Hezîrana 2021ê, hêzêke Pêşmerge di dema pêkanîna erkekî serbazî de li Çiyayê Metîna yê qezaya Amêdiyê, bi armanca parastina ax û gundên vê navçeyê û vegerandina asayîşê bo deverê, ji aliyê hêzeke PKKê ve kemînek li ber wan hatiye danîn û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”
Hêzên Parastina Gel (HPG) jî berî niha ragihandibû, “Hêzên Iraq û PDK’ê yên ketin nava liv û tevgerê êrîşî kampên gerîla kirin. Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine.”
Berpirsê Lîwaya 1 a Pasewanên Sînor red dike hêzên Iraqê li wî cihî bin û ji Rûdawê re ragihand, “Ti hêzeke pasewanên sînor ên Iraqê li wê navçeyê nînin û di şer de jî beşdar nebûne.”
Brîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihand, “Hêzên Pêşmerge yên Zêrevanî li çiyayê Metîna ketin kemîneke PKKê û 5 Pêşmerge şehîd û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.”
Rûdaw