Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan ragihand ku êrîşên Tirkiyeyê di navbera 5 û 10ê Çiriya Pêşiyê de li dijî Rojavayê pêk anîn, ziyaneke mezin daye binesaziya krîtîk û bi milyonan mirov bê av û elektrîk mane.
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) rapora xwe ya derbarê encamên êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê pêk anîne, aşkere kir.
Tirkiyeyê di navbera 5 û 10ê Çiriya Pêşiyê de êrîşî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de kiribû.
Rapor di malpera HRWyê de bi sernavê “Êrîşên Tirkan dibin sedema qutbûna ev û elektrîkê: Êrîş ji bo bi milyonan mirovan dibin sedema krîza mirovî ya dewam dike” hate weşandin.
“Divê Tirkiye demildest dest ji bombebarana binesaziyê berde”
Di raporê de hatiye diyarkirin ku “Di rewşa heyî de gelê herêmê bi krîzek cidî ya avê re rû bi rû ye, niha jî barê bombebarana zêde dibe hildigire û têkoşîna wan a bidestxistina çavkaniyên avê xirabtir dike.”
HRWyê gotiye ku Tirkiye divê demildest dest ji bombebarana binesaziya krîtîk a herêmê berde.
Alîkarê Dîrektorê HRWyê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle got ku, “Tirkiye îstasyonên elektrîk û avê jî tê de binesaziya krîtîk ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike hedef û bi vê jî ew berpirsiyariya xwe pêk neaniye ku divê çalakiyên wê yên leşkerî nebin sedema krîza mirovî ya li herêmê heye hîn xirabtir bibe.”
Bandor li 4 milyon û 300 hezar mirovî kir
Di raporê de hatiye diyarkirin ku bandora êrîşan li 4 milyon û 300 hezar mirovî kir û bi kêmanî 18 pompeyên avê û 11 santralên elektrîkê nema dikarin kar bikin.
Tirkiyeyê beriya niha jî çendîn caran binesaziya herêmê kiribû hedef.