HRW: Talana li Efrînê berdewam e

Rêxistina Şopandina Mafê Mirov (HRW) di daxuyaniya xwe de îdia kir ku çekdarên ASAyê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne li Efrînê talanê dikin û avahiyên sivîlan hildiweşînin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirov (HRW) raporta ku ji bo Efrînê amade kiribû bi raya giştî re parve kir. HRW di daxuyaniya xwe de got: "Çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrînê talanê dikin û malên sivîlan hildiweşînin. Sivîlên bajêr di şert û mercên giran de dijîn û pêwistiya av û xwarinê heye."

 

Dîrektorê HRWê yê Rojhilata Navîn Lama Fakih raporta ku hatibû amadekirin bi raya giştî re parve kir û got: "Hêzên girêdayî rejime jî destûra çûna xelkên sivîl nadin û ji wan bertîlê dixwazin. Li herêmê pirsgirêka av û xwarinê heye û amûrên tendirustî jî nayên peydekirin."

‘DEV JI ASTENGKIRINA XELKÊN SIVÎL BERDIN'

Lama Fakih di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Grûbên çekdar ên dijberê hikûmeta Sûriyeyê û hêzên tirk li Efrînê ji kontrolê derketine, divê dev ji talan û zirardana avahiyên xelkê sivîl berdin û hêzên hikûmetê Sûriyeyê jî dev ji astengkirina xelkê sivîl berde."

Li gor raporta HRWê ku dispêrê bijîşkekî herêmê, sivîlên efrînî li derve radizên û penaberên ku li herêma Til Rifatê dijîn ji gelek xizmetên tendirustî û însanî bêpar in. Jineke din jî ku ji Efrînê koç kiriye dibêje: "Li cihê ku em lê dijîn nan û elektrîk tuneye. Ez ducanî me, lê ne derman û ne jî nexweşxaneyeke ku ez biçim heye."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin