Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navdewletî (Human Rights Watch - HRW) bi raporekê ragihand ku Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê bi awayekî neyasayî 63 welatiyên ji Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê girtine û ew birine Tirkiyê.
HRWê Tirkiye wekî hêzeke dagirker li Sûriyê bi nav kir û ji xwest, kiryarên binçavkirinê û dadgehkirina wan li Tirkiyê rawestîne.
Li gorî belgeyên HRWê kesên li Sûriyê hatine girtin û ji bo Tirkiyê hatine veguhestin û ev li gor “Rêkeftina Cenevê ya Çaremîn” li dijî erkên Tirkiyê ye wek dewleteke dagîrker.
Cîgirê Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mîchael Page di raporê de dibêje: "Desthilatdarên Tirkiyê wek desthilatdareke dagirker, diviya bû li gor yasaya dagîrkeriyê rêzê ji mafên mirovan li bakurê rojhilatê Sûriyê bigire û nabe bi zorê xelkê veguhêzîne Tirkiyê."
Mîchael Page diyar kir, “Tirkiye bi wê girtina wan kesên Sûrî û veguhastina wan ji bo Tirkiyê û tometbarkirina wan bi tometên ku guman lê hene, erkên xwe binpê dike.”
HRWê herwiha bi awayekî zelal got, Tirkiye li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, hêzeke dagîrker e ku di Cotmeha 2019'an de herêmên li bakurê rojhilatê Sûriyê ve dagir kiriye û bêyî erêkirina hikumeta Sûriyê li Şamê, bi awayekî kirdarî ew herêm xistine bin kontrola xwe.
HRW destnîşan kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûriyê di navbera Cotmeh û Kanûna 2019an de ew welatiyên Sûriyê li Serê Kaniyê girtin, piştî ku Tirkiyê derbasî wê herêmê bû û xiste bin kontrola xwe.
Di daxuyaniya HRWê de tê gotin, ew 63 kesên hatine girtin kurd û ereb in û desthilatên Tirkiyê li gor yasaya cezayê ya Tirkiyê wan tometbar dike.
Human Rights Watch da zanîn, li gor belgeyên ketine destê wan nêzîkî 200 welatiyên Sûriyê bi awayekî neyasayî ji Sûriyê ji bo Tirkiyê hatine veguhastin û bi tometên cuda têne tometbar kirin.
HRWê di dawiyê de diyar kir, “Divê rayedarên Tirkiyê veguhestin, binçavkirin û darizandina welatiyên Sûriyê li herêma dagirkirî rawestîne. Divê rayedarên Tirkiyê rê bide girtiyan pêwendiyê bi malbatên xwe re bikin. Divê malbatên wan rewşa girtiyan bizanin û divê Tirkiye wan hemû girtiyan ji bo herêmên ku li Sûriyê dagir kirine vegerîne.”