Abdulkerîm Omer di derbarê mijarê de ji çapemeniya Kurdî re axivî û wiha dewam kir: “Niha di destê me de ji 44 dewletan nêzîkî 520 endamên DAIŞê û 550 pîrek û 1200 zarok hene. Ev bar, ji bo me tenê, pir giran e. Em naxwazin van endamên IŞÎDê darizînin. Bila hemî dewlet welatiyên xwe bigirine xwe. Em ji bo vê yekê dixebitin.”