HSD: Êrîşên dawî yên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê hatin şikandin

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSDX9 derbarê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrîşên artêşa Tirkiye û çekdaran li ser herêmê û bersivdana hêzên wan de agahî belav kirin.

HSDê ragihand ku hêzên wan doh Şemiyê êrîşên artêşa Tirkiye û çekdaran bi ser nuqteyên hêzên HSDê de li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê têk birine.

Hate diyarkirin, balafirên şer ên Tirk li derdora Bendava Tişrînê rêze êrîş pêk anîne û di heman demê de gundên derdora bendavê (başûrê rojhilatê Minbicê) bi çekên giran hatine topbaran kirin. Çekdaran saet 17.00ê êrîşî nuqteya şervanên HSDê li derdora Girê Syriatel kiriye û şervanan bersiva êrîşê daye ku di encama şer de kuştî û birîndarên çekdaran çêbûne, lê hejmara wan nehat zanîn.

Herwiha hate gotin, balafirên şer ên gundên Tîna, Xeseq û Melha yên derdora Pira Qerezoaqê bombebaran kirin. Gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê bi  zêdetirî 30 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawnan bi zêder jî topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî yên mezin li milkên sivîlan bûn.

Li derdora Pira Qereqozaqê jî di navbera şervanên û çekdaran de şer derket û li gorî daxuyaniyê di encamê de hejmarek çekdar hatine kuştin û birîndarkirin. Eniya Dêr Hafir, droneke kamikaze dema hewl da xwe li nuqteyeke hêzên HSDê biteqîne, lê hatiye xistin.

Li asîmanên Kobanê û Eyn Îsa û gundewarên wê, liv û tevgera balafirên şer û yên bê mirov ên Tirkiyê jî di nav 24 saetan de berdewam kiriye.

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê