HSD: Heke statuyeke taybet bidine me em dikarin tevlî artêşa Sûriyê bibin

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanê ragihand ku bi şerta dayîna statuyeke taybet ew dikarin tevlî artêşa Sûriyê bibin.

Mazlûm Kobanê, ji Ajans France Press re ragihand ku bi şerta ku statuyeke taybet bidine wan, HSDê dikare tevlî artêşa Sûriyê bibe.

Kobanê got bermayîyên qaşo xîlafeta DAIŞê heta mehekê wê werin jinavbirin.

Kobanê herwiha ragihand ku piştî jidestdana Reqayê ku weke paytexta DAIŞê bû, DAIŞê stratêjiya xwe guherandiye û bi êrîşên xwekujî û teqînan, civandina milîsên nû, têkoşîna li dijî wan, hîn tevlîhevtir bûye. 

Kobanê di derbarê têkiliyên digel rejîma Sûriyê de jî anî zimên ku bi şerta ku statuyeke taybet bidine wan, HSDê dikare tevlî artêşa Sûriyê bibe, bes ew li ser 'statuya taybet' rijd in û xeta sor e bo wan.

Kobanî da zanîn ku rejîm dixwaze vegere proseya beriya 2011an û wisa pê de çû: "Divê rejîm têbigihê ku ev yek ne pêkan e. Bakûrê Sûriyê me rizgar kir û mafê me ye parastina herêma xwe bikin."

Mezlûm Kobanê herwiha da zanîn hevdîtina digel Şamê berdewam e bes hê jî negihîştine encamekê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin