HSD: Hikûmeta Sûriyê nikare bêyî navçeyên me bijî

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdê ragihand, ku ew dikarin bêyî Hikûmeta Sûriyê bijîn, lê Hikûmeta Sûriyê nikarê bêyî Bakurê Sûriyê bijî.

Mezlûm Ebdê di hevpeyvînekê de ragihand, ku ew beşek in ji rêkeftina Minbicê ya di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de û eşkere kir, ku naveroka rêkeftinê ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin.

Ebdê tekez kir, ku wan li ser naveroka rêkeftinê erê kiriye û got: Mafê me yê vetoyê heye, heke ku rêkeftin ne li gor dilê me were bicîkirin.

Navhatî eşkere kir, ku ji destpêka şoreşa rojava û heya niha, nêzîkî 8 hezar şervanên wan şehîd bûne û di nav wan de, şervanên biyanî jî hene.

Derbarê operasyona Dêra Zorê Ebdê got: 95 ji şervanên ku şer dikin xelkê wê navçeyê ne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin