Li gorî çavkaniyên herêmî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên ku ji aliyê koalîsyona navnetewî ve tên piştevanîkirin, ji bo ku li herêma Hecîn, Şef’e û Susê operasyonekê li dijî DAIŞê bike amadekariyên xwe dike.
Bi vê operasyonê HSD dixwaze ku DAIŞê bi tevahî ji herêmê derîne.
Hat ragihandin ku biryara operasyonê, piştî ku DAIŞê gundên Teyyanê û Bîr el-Mîlh dagir kirin, derket.