HSD, li gel Sûriyê û Rûsyayê 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê ava dike

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li ser avakirina 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê li hev kirin.

Li gor zanyariyên K24ê HSD, hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li baregeha Rûsî li Eyn Îsayê civiyan û li hev kirin, ji bo çavdêrîkirina agirbestê û rê li ber êrîşên çekdarî yên  ji aliyê grubên çekdar û artêşa Tirkiyê bigirin, 3 xalên hevbeş li wê herêmê ava bikin.

Di nava du hefteyên dawî de grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve li ser Eyn Îsa û derdora wê bi awayekî zêde topbarana dikirin û car caran jî şer û pevçûn jî derdiket.

Nahiya Eyn Îsayê ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser riya navdewletî M4 e û 55 K.M li bakurê Reqayê dikeve.

Berî çend rojan fermandarên Rûsî di civînekê de ji HSDê re tekez kiribû ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire.

Herwiha fermandarên Rûsî pêşniyaz li HSDê kiribûn ku wek li Heseke û Qamişlo, çarkoşeya ewlehiyê li Eyn Îsayê ava bikin û dezgehên Hikûmeta Sûriyê û yên Rêveberiya Xweser lê bêne danîn, bi mercê ku ala Sûriyê li ser dezgehên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye