Jêderekî ji nava HSDê ji medya opozîsyona Sûriyê re ragihand, mîlîşyayên Îranî li her du gundên Xeşam û Salihiyê yên li bakurê Dêrazorê ne, amadekariyên êrîşa li ser gundê Ezbe û zeviyê Konîko û kêlkehên petrolê dikin.
Da zanîn jî, haya wan ji vê tevgera mîlîşyayên Îranî heye û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dê rê li ber wê êrîşê bigire.
Operasyona HSDê li rojhilatê Dêrazorê berdewam e û di vê demên dawiyê de şer û pevçûnên tund di navbera wê û DAIŞê de rû didin.
Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di vê hefteyê de zêdetir ji 200 kesî ji her du aliyan hatine kuştin.