HSD: Minbic me elaqedar nake

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser nîqaşên derbarê Minbicê de ku Tirkiye dixwaze operasyonê li ser bike ragihand ku wek YPG û HSD ti hêzeke wan li Minbicê tune ye.

Balî li ser hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê yên li ser Minbicê diyar kir, "Hevdîtin û gotinên li ser Minbicê têne kirin, HSDê eleqedar nakin."

Berdevkê HSDê ragihand, "Piştî ku Minbic ji DAIŞê hat rizgarkirin, 15ê Tebaxa 2016an me hemû hêzên xwe ji Minbicê kişandin. Amerîkayê li wir bi beşdarîya Kurd û Ereban Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ava kiriye."

Balî got, ji ber ku meclîsa leşkerî heye ew nabin aliyekî tiştên ku li Minbicê biqewimin û wiha domand:

"Wek HSD em dibêjin ku meseleya Minbicê ya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ye. Me ji fermandaran re got ku pêşhatên li wir dibin me eleqedar nakin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin