DAIŞ li Baxozê nêzîkî dawîya xwe dibe.
Jêderên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji Reutersê ra rahigand ku operasyon qedîya an jî weke qedîyabe ku li qadê bo bi temamî biqede, pêdivî bi demeke pir kurt maye.
Hat ragihandin, doh bi şev Hevpeymanîya Navdewletî, baregehên DAIŞê bi giranî bomberaran kir û DAIŞê jî bi otomobîlên bombebarkirî bi awayekî cuda cuda ber xwe dide.
Li gor agahîyan, çeteyên mayî yên DAIŞê li tunelan xwe veşartine û HSDê jî ji 3 alîyan êrîşî wan dike ku li hin deveran dûrahîya di navbera wan û DAIŞê da daketîye 100 metreyan.