HSD û Hêzên Sûriyê 250 dîlên şer bi hev guhertin

.

 Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA ragihand Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariyê yên Sûriyê dest bi pevguhertina dîlên şer kirin.

SANAyê eşkere kir, li Helebê dest bi pevguhertina dîlgirtiyên navbera HSD û Hêzên Ewlekariyê yên Sûriyê hate kirin. 250 dîlên herdu aliyan hatin azadkirin.

Hate ragihandin ku proseya azadkirina girtiyan bi sê qonaxan pêk tê ku îro 100 çekdarên Sûrî ji aliyê HSDê ve hatin berdan û 150 şervanên HSDê jî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin azadkirin.

Hêjayî gotinê ye, doh 2yê Nîsanê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de peymaneke derbarê mayîna HSDê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hate îmzekirin.

Kurdistan Haberleri

Semînerek li ser ola êzdî tê li dar xistin
Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser Sûriye û Tirkiyeyê daxuyanî da
Serok Barzanî û Aras Hebîb danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraqê dikin
Serok Barzanî: Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê