HSDê 20 çekdarên ser bi Tirkiyê ve kuştin û birîndar kirin

Nêzîkî 20 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve di encama êrîşeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li derdora Til Temirê hatin kuştin û birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, HSDê êrîşî ser binkeyên grûpên çekdaran li eniyên gundên Ebûş û Enîq El Hewa li derdora bajarokê Til Temirê kirin.

Da zanîn jî, şervanên HSDê karîn otombîlke serbazî ya çekdaran li eniya gundê Mişêfa biteqînin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama êrîşê de nêzîkî 20 çekdaran hatin kuştin û birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve Rewangehê diyar kir, 2 şervanên HSDê jî xwe vedizîn navçeyên çekdarn û dema hewl didan bombeyekê vedin, hatin kuştin.

Ev pêşhat piştî wê tên, piştî 40 rojî ji bêdengiyê, grûpên çekdaran careke din duhî gundên derdora Til Temirê û navenda navçeya Zirganê û gundên başûrê wê bi çekên giran topbaran kiribûn.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne