HSDê bajarokê Hecîn kontrol kir

Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) bi hevkariya Hevpeymaniya Navnetewî bajarokê Hecîn li parêzgeha Dêrazorê bi temamî ji bin destê DAIŞê rizgar kirin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragehand ku, di berdewamiya şerûpevçûnên di navbera HSD û çekdarên DAIŞê li navçeya Hecîn hêzên HSD bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navnetewî karîn wî bajarokî ji destê DAIŞê rizgar bikin.

Berî du rojan şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbasî nav bajarokê Hecîn yê Dêrazorê bibûnû pêşde diçûn, DAIŞê jî li nav bajêr de gelek tunêl çîkirbûn û bombe çandibûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin