Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku di êrişa li dijî zindana Sînaa ya li Xiwêrana Hesekê de bi giştî 121 şervanên HSDê û karmendên zindanê şehîd bûne. HSD herwiha dibêje 374 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.
Roja 20ê Çileyê derdora demjimêr 19:30an çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh birin ser zindana Sînaa ya li Xiwêrana Hesekê û di encama şer û pevçûnên dijwar de ku nêzikî 6 rojan berdewam kir, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên asayişê êrişên DAIŞê têk birin û roja 26ê vê mehê zindan bi temamî kontrol kirin.
HSD îro Duşemê 31ê Çileya 2022yan bi daxuyaniyek ragihand ku êrîşa li hember zindana Sinaa ji aliyê çekdarên ku li Serê Kaniyê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de û hin çekdaran ku ji Iraqê hatine ve pêk hatiye.
HSD herwiha dibêje: “DAIŞ piştewaniya xwe di serî de ji Tirkiyê û ji hin hêzên herême digire.”
Êrişê çawa destpê kir?
Derbarê hurgiliyên destpêkrina êrişê de HSD dibêje: “Di dîroka 20.01.2022an de, saet 7ê êvarê êrişekî berfireh û plankirî ê terorîstên DAIŞê li ser girtîgeha Sinaa ya li Hasekê ya ku bi hezaran girtiyên DAIŞê lê dimînin çêbû. Gelek grubên çeteyên DAIŞê yên xwekûj ji derve tevlî vê êrişê bûn. Di dema êrişê de, destpêkê wesayîtekî teqemeniyê li ber deriyê girtîgehê ya derve hat teqand û ji 3 milan ve jî êrişî ser girtîgehê kirin û di heman demî de jî xwestin ku kontrola girtîgehê bi dest bixin da ku hêzên HSDê yê ku mûdaxeleyê cihê êrişê bike derbe bikin. Di heman demî de bi hezaran çeteyên di hûndirê girtîgehê de jî êrişî ser karmendên girtîgehê û ewlekariya hûndirîn yê girtîgehê kirin. Her weha qamyonek tije çek û cebilxane jî nêzî deriyê girtîgehê kirin da ku girtiyên DAIŞê dema ku ji girtîgehê derkevin bikaribin xwe bi çek bikin û heger ev plana wan bimeşiya wê êrişî Taxa Xwêran û her weha Taxa Zixûr û hin saziyên Rêveberiya Xweser û yên leşkerî yên li herêmê bikirana. Amadekarî û planê wan li ser vî esasî bû.
Cardin ji bo piştgirî û bingeha êrişê, li taxên wekî Xwêran û Zixûr di hindek malan de sixinaq hatibûn kolandin û bi vî awayî zemînekî ji bo serkeftina vê planê xwestibûn amade bikin. Lê belê di serî de şervanên parastina girtîgehê û hêzên me berxwedaniyekî bi qehremanî nîşan dan û di serî de jî hevalê Cemal Kobanê û hevalê Akîf ên ku rêveberiya ewlekariya girtîgehê bûn, bi qehremanî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Van hevalên me hiştin ku planê DAIŞê bi sûrat û lezgîniya ku hatiye plankirin nemeşe û planê wan asteng bibe. Dûv re jî hêzên me yên HSDê û Asayîşê yên li herêmê bi lezgînî mûdaxele kirin û bi rêbazekî rêxistinkirî û bi sûrat girtîgeh xistin dorpêçê. Cardin derdora avahiyên zanîngehê yên ku bi dîwarê girtîgehê ve ye jî xistin dorpêçê. Ji ber ku di encama kûnkirina dîwar de hinek DAIŞiyên ku ji girtîgehê reviyabûn xwe gihandibûn van avahiyan. Ji bo vê derdora wan avahiyan jî hate dorpêçkirin.”
Êrişa paijkirinê li dijî DAIŞê
HSD diyar dike ku li derdora Taxa Xwêran bi giştî û taxên derdorê jî hatin kontrolkirin û piştî vê gavê êdî êrişa dijber ji hêla hêzên wan ve dest pê kir û dibêje: “Di çarçova Pêngava bi navê Gurzê Gelan êrişekî paqijkirinê li hember DAIŞê him li derdora girtîgehê û Hasekê û him jî li giştî herêmên wekî Dêrezor û Reqqayê hate destpêkirin. Hêzên HSDê û Asayîşê bi wêrekiyeke mezin û bi pisporî çûne ser van grubên çete yên êrişkar û piraniyên wan hatin tunekirin û herwiha hin çeteyên ku ji girtîgehê çek bi dest xistibûn jî hatin bê bandorkirin.
Zarok wek mertal bikar anîn
Li gor daxuyaniyê “Di encamê de cardin ev girtî hemû ketin bin kontrolê û derbasî girtîgehekî cûda hatin kirin. Ji bo zerar negihîje mal û canê gel û hemwelatiyên me yên li Hasekê, cardin ji ber ku DAIŞê ew zarokên di girtîgehê de ji xwe re kiribûn wekî mertal, ango ji ber van her du sebeban hêzên me bi bêhnfirehî û bi hişyariyekî mezin tevgeriyan û di encam de vê yekê hişt ku hinekî wext biçe. Di encamê de ji ber qehremantiya şervanên parastina girtîgehê yên di bin fermandartiya hevalê Cemal Kobanê de li ber xwe dan û bi sûrat mûdaxelekirin û destpêkirina pêngava paqijiya Hasekê rewş kete bin kontrolê û ev plana DAIŞê têk çû.”
Armac ragihandina xîlafeta DAIŞê bû
HSD amaje bi wê yekê dike ew êrişa DAIŞê ne êrişekî ji rêzê bû û dibêje: “Ev êriş di encama planekî berfireh û demdirêj de pêş ket. Li gorî belgeyên ku hatine bi dest xistin û li gorî îtirafên berpirsiyarên çeteyên êrişkar ên ku hatine girtin, derkete holê ku eger plana wan ya li ser girtîgeha Sinaa a Hasekê bi ser biketana, dê him êrişî taxên dîtir ên Hasekê bikirana û him jî dê li cihên wekî Hol, Şeddadê û Dêrezorê êrişên hemwext û hewildanên planê berfireh bixistana meriyetê û bi vî awayî wê DAIŞê xîlafeta xwe ya qaşo Dewleta Îslamî a Duyemîn îlan bikirana.
Ango plana êrişa li dijî girtîgeha Sinaa ne tenê êrişekî lokal,an bi girtîgehê ve sînordar bû, an jî ev êriş ne tenê ji bo rizgarkirina çend çeteyên girtî bû. Xwestin vê bêxin destpêka êrişekî mezin li ser herêmê û carekî din terora kûştinê û demekî tarî û reş li ser gelên herêmê ferz bikin û bidine jiyankirin. Lê belê ev plana DAÎŞê bi fîyaskoyekî mezin bi dawî bû û cardin dîmenên wekî Baxozê ku bi girseyî neçar mabûn teslîmî hêzên me bibin derketin holê û rewş bi temamî kete bin kontrolê. Hêzên HSD carekî din cesaret, hişyarî û qabîliyeta xwe ya lêdanê û îrada xwe ya serkeftinê bi awayekî herî xûrt nîşan da û hawa û rûhekî serkeftinê ji bo hemû gelê herêmê da çêkirin û da îspatkirin ku layiqê hêvî û baweriya gelê xwe ye.”
Çekdar ji Serê Kaniyê û Iraqê hatibûn
Di beşeke din a daxuyaniya xe de HSD dibêje destnîşan kir ku DAIŞ hêza ji hin aliyên herêmî û hin dewletan digire û got: “Bê guman ev plana DAÎŞê berfireh bû û tenê ne êrişekî mahallî bû. Li gorî agahiyên di destê me de û li gorî îtirafên çeteyên êrişkar yên ku hatine girtin, qismek ji çeteyên êrişkar ji herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê û Til Ebiyadê hatibûn, qismek jê jî ji hêla İraqê hatibûn taqwiyê û esas plan û koordînekirina vê êrişê, li gorî ku hatiye tespîtkirin li derveyî sînorên Suriyê hatibû çêkirin.
Bê guman ev êrişa DAÎŞê ji nişkê ve çênebû. Piştî serkeftina Baxozê a mezin, di aliyê coxrafîk de DAÎŞ tune bûbû, lê belê DAÎŞ xwe ji nû de ava kir û li gorî şert û mercên nû xwe birêxistin kir û her tim xwest cardin vegere hêza xwe ya berê û tirs û xofekî terorê li ser civakê û gelên herêmê çêbike. Her timî hewildanên xwe yên êrişê hebûn û hêzên me, bi taybet li herêmên wekî Dêrezor, Reqqa û Şeddadê û li xeta sînorê İraqê ev zêdeyî sê salane ku têkoşînekî dijwar li hember DAIŞê dimeşîne. Heger DAIŞ karîbûye heta niha xwe li ser lingan bigire û hîna dikare hêza xwe ya çalakiyan û êrişê ava bike, ev yek ji ber xwe sipartina şert û mercên siyasî digire û cardin ev yek bingeha xwe bi şiklekî dîrekt an jî endîrekt ji alîkariya hin hêzên herêmî û hin dewletan digire. Di vî alî de rola dewleta Tirk ya herî zêde ye. Ango berpirsiyartiya dewleta Tirk ya ji ber êrişa DAIŞê a li ser girtîgeha Sinaa û ya ji ber berdewamkirina DAIŞê, berpirsiyartiya herî zêde ye. Ji ber ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê û tehdîdên wî yên daîmî, him moral dide DAIŞê û him jî zemînekî ku DAIŞ ji xwe re xwe bi rêxistin bike û nefes bistîne derdixe holê. Her weha herêmên dagirkirî yên wekî Serê Kaniyê û Til Ebiyadê jî zîvirîne wekî herêmên herî bi ewle û herî parastî ji bo DAIŞê da ku xwe birêxistin bike û xwe perwerde bike. Jixwe hinek êrişkarên ku di êrişa li ser girtîgeha Sînaa de cih girtine, ji van herêman hatibûn. Di vî alî de berpirsiyartiya dewleta Tirk heye.”
DAIŞ hêj metirsiyeke mezin e
HSDê da zanîn ku hevkariyekî baş di navbera HSD û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî a li dijî DAÎŞê de heye û dibêje: “Têkoşîna li dijî DAIŞê heta astekî baş jî tê meşandin, lê belê bi taybet piştî têkçûna DAIŞê ya di aliyê coxrafîk de, bi hezaran girtî û bi deh hezaran malbatên wana yên li Kampa Holê weke barekî tenê li ser HSD û Rêveberiya Xweser hatin hiştin û vê êrişa dawî jî da diyarkirin ku DAIŞ hîna xeteriyeke mezine û ne tenê li ser ewlekariya herêmên me, her weha xeteriyeke mezine ji bo ewlekariya hemû cîhanê. Vê êrişê carekî din derxiste holê ku pêwist e alîkarî û desteka cîhanî, bi taybet yê hevpeymaniya navdewletî yê ji bo HSD û Rêveberiya Xweser, him di aliyê askerî de, him di aliyê teknîkî de û him jî di aliyê siyasî de hîn xûrttir çêbe û îhtiyacî bi vê yekê jî heye. Ev berpirsiyartî, di têkoşîn û şerê li hember DAIŞê de û her weha di çareserkirina pirsgirêkên malbatên wan de, di navbera HSD, Rêveberiya Xweser û hevpeymaniya navdewletî de berpirsiyartiyekî mûştereke.”
“Kampa Holê wekî bombeyeke ku pîmê wê hatiye kişandin”
Derbarê rewşa Kampa Holê de jî HSD dibêje: “Cardin vê êrişê da xuyakirin ku pêwist e ji bo Kampa Holê çareseriyên bingehîn bêne peydakirin ku ev kamp wekî bombeyeke ku pîmê wê hatiye kişandin. Her weha îhtiyaç heye ku ji bo darizandina bi hezaran terorîstên DAIŞê yên girtî zemînekî mahkemê yê navdewletî bê avakirin û çareserkirina van pirsgirêkan çiqasî dereng bikeve wê ewqasî DAiŞ ji vê yekê feyde bibîne.
HSD herwiha spasiya xelkê Hesekê kir û got: “Di serî de gelê me yê Hasekê bi giştî,bi Erebên xwe, Kurdên xwe, Suryan û Asuriyên xwe ve û bi taybet jî yên Taxa Xwêran, Zixûr, Neşwe û hemû taxên din yên bajar, di hûndirê vê heftiya bihûrî de alîkariyekî mezin bi hêzên HSDê û bi hêzên Asayîşê re kirin û bajarê xwe û taxên xwe parastin û di wextê de agahiyên pêwist dane hêzên ewlekariyê û ev heftiya derbasbûyî bû mînakekî ku heger gel û şervan bi hev re bibine yek, serkeftin misoger dibe. Ev bû mînakekî balkêş a vê rastiyê. Ji bo vê yekê em ji gelê xwe yê Hasekê re li ser hişyarî, fedakarî û alîkariya wan a mezin spas dikin û em dibêjin ku gelê me yê Bakûr û Rojhilatê Suriyê hemû pêwist e li hember hemû êrişên DAIŞê û yên xeynî DAIŞê asta rêxistina xwe, hişyariya xwe û xwedîderketina li taxên xwe, gund û malên xwe hîn xûrttir bike û derxe asta herî jor. Dersa herî xûrt yê ku em ji vê êrişa DAÎŞê derxin yek jê ev e.”
Di heman demê de HSDê eşkere kir ku hêzên hevpeymaniya navnetewî di vê heftiyê de alîkariya hêzên wan kiriye û gidbêje: “Bi awayekî çalak hevkarî kirin û desteka xwe ya xûrt nîşan dan. Ji ber vê yekê em wan spas dikin. Cardin şervanên HSDê û hêzên Asayîşê fedakariyekî mezin nîşan dan û hêvî û planên DAIŞê di qirika wan de hiştin û di vê oxirê de gelek şervanên me yên hêja şehîd ketin. Li ser vê bingehê em şehîdên xwe yên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û soza xwe ya serkeftinê û parastina herêmê ji gelê xwe re cardin dubare dikin û em hemû şervan û fermandarên ku di vê pêngavê de rol leyîstine pîroz dikin.”
HSD bang li raya giştî û hemû hêzên eleqedar dike û dibêje: “Carekî din eşkere bû ku ji bo kabûsa DAIŞê carekî din venegere, ji bo DAIŞ nikaribe xwe topî ser hev bike, pêwistiya alîkariyekî hîn xûrttir bi HSDê re û xelkê Rojhilat û Bakûrê Suriyê re û bi Rêveberiya Xweser re heye. Bi qasî ku desteka siyasî, eskerî û aborî ji bo HSDê û Rêveberiya Xweser zêde bibe, ewqasî zemînê rêxistinkirina DAÎŞê wê zeîf bibe û ewqasî wê DAIŞ lewaz bibe.”
Bîlanço
Derbarê bilançoya êrişê de jî HSD diyar kir: “Wekî encam; DAIŞê carekî din xwest ku rojên tarî û kabûsekî bîne ser xelqên herêmê û ji bo vê ji gelek zemîn û aliyan sûd wergirt, lê belê qehremantî, cesaret û wêrekiya şervanên me û hişyarî û girêdana gelên herêmê carekî din bi rûhê salvegera serkeftina Kobanî, bi rûhê berxwedana Kobanî serkeftinekî din çêkirin. Em vê serkeftinê diyarî hemû gelên xwe û şehîdên xwe dikin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de hîna li herêmên wekî Dêrezor û Reqqa operasyonên me him di asta operasyonên lokal ên li ser noqta de him jî di asta operasyona li ser herêman de li dijî bermahî û şaneyên razayî berdewam dike.
Çeteyên DAIŞê di hûndirê girtîgehê de 77 hevalên me yên karmend û parezvanên zindanêbi awayekî hovane şehîd xistin. Di şerê derve yê ku 7 rojan berdewam kir de jî 40 şervanên u 4 ji hemwelati me şehîd ketin. Di çarçova Pêngava Gurzê Gelan de bi giştî 121 karmend û şervanên me bi qehremantiyekî mezin şehîd ketin. Em şehîdên xwe cardin bi bîr tînin. Hêjmarê kûştiyên DAIŞê jî 374 kes in.”