HSDê li bakurê Dêre Zorê operasyonek pêk anî

Hêzên HSDê bi piştevanîya hêzên Hevpeymanîya Navdewletî operasyoneke taybet li bakurê Dêre Zorê pêk anîn.

Navenda Nûçeyan - Li gor çavkanîyên xwecihî, şeva bihorî, hêzên HSDê bi piştevanîya balafirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî avêtine ser gundê el-Xirêbe el-Şerqîye li nêzîk bajarokê el-Sûr li bakurê Dêre Zorê.

Li gor heman çavkanîyan, operasyona hêzên HSDê li dijî şaneyên raketî yên DAIŞê li wê navçeyê bûye û heta derengîya şeva bihorî berdewam bûye.

Li gor çavkanîyên xwecihî, çalakîyên Rêxistina DAIŞê li wan navçeyan zêde bûne, lewma hêzên HSDê operasyonan li dijî şane û endamên DAIŞê encam dide.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e