Berpirsê Ragihandinê yê HSDê Mistefa Balî li ser twitterê ragihand: “Baxoz hat rizgarkirin, serkeftina leşkerî jî li dijî DAIŞê bi dest hat. Em vê serkeftinê li xizmên şehîdan û birîndarên me pîroz dikin. Ew qehremanên ku bêyî wan ev serkeftin bi dest nediket. Piştî çend salan ji qurbaniyên mezin, mizgîniya jinavçûna bi navê dewleta xelafet didin cîhanê û em peymana xwe li ser berdewambûna li şer û jinavbirina wan çekdarên ku mane nû dikin heta ku bi temamî werin bidawîkirin.”
Piştî vê, hate belavkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi boneya serkeftina di şerê dijî DAIŞê, li Baxozê bi sirûda Ey Reqîb çend nimayîşên leşkerî encam dan.