HTŞ û SMOyê navenda bajarê Hemayê girtin

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ew ji Hemayê ku ji 1ê Kanûna Pêşiyê ve şer û pevçûnên tund lê berdewam dike, vekişiyane. Bajarê Hemayê, çaremîn bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye,

Komên cîhadîst yên bi serkêşiya Heyet-i Tehrîr’uş Şam (HTŞ) û endamên girêdayî Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiye piştgirîya wan dike navenda bajarê Hemayê piştî pevçûnên dijwar kontrol kirin.

HTŞ û SMOyê di 27ê Mijdarê de êrîşên bi navê Rad'ul Udvan li bejahiya rojavayê Helebê û başûrê Idlibê li dijî artêşa Sûriyeyê dan dest pê kirin. Di nava hefteyekê de qadekî zêdetirî 8,000 kîlometre çargoşe bi dest xistibûn. Di 30ê Mijdarê de navenda bajarê Helebê, balafirxaneya navneteweyî û navendên leşkerî yên girîng ên herêmê ketin bin kontrola komên çekdar.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê, SANAyê, Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku yekîneyên artêşê ji Hemayê vekişiyan û li derveyî bajêr hatin bicihkirin.

Wezaretê diyar kir ku ev biryar ji bo "parastina ewlehiya jiyana niştecihên bajarê Hemayê û rê li wê yekê bigirin ku welatî nebin beşek ji pevçûnên nava bajêr" hatiye girtin. Her wiha tekez kir ku ji bo şûnvegirtina van herêman."ew ê berdewam bin li ser pêkanîna erkên xwe yên netewî"

Berdevkê Rêveberiya Operasyonên Leşkerî ya bi pêşengiya HTŞê Hasan Abdulganî got: "Hemaya fîdakar; Hafiz Esedê zalim bi tangan ket vir û ev der ji gel stend . "Îro em bi tankan ketin vir û em şûnve didin gelê wê."

SOHR: Hejmara miriyan derket 727an

Li gorî daneyên Malbenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, li herêmê piştî êrîşên ku HTŞ-SMOyê di 27ê Mijdarê de dan dest pê kirin û heta niha 727 kes di encama şer û êrişên hewayî de mirine. Ji wan:

  • 311 kes girêdayî HTŞê ne,

  • 60 kes endamên komên girêdayî SMOyê ne,

  • 220 leşkerên Sûriyeyê ku ji wan 23 efser in û 25 milîsên ku Îran piştgirîya wan dike, 10 ji wan Sûrî û 15 welatîyên biyanî nr.

  • Di êrîşên HTŞê de 18 sivîl hatin kuştin

  • Di êrîşên bejayî û hewayî yên hêzên Rûsya û Sûriyeyê yên li Heleb û Idlibê de 89 sivîl mirin.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir