Hunermend Seîd Gabarî nexweş ketîye!

Çend rojin rewşa tenduristîya hunermendê kurd Seîd Gabarî xirabe û di bin çavdêrîya bijîşkî ya hûr de ye.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên BasNewsê ku ji hevalekî hunermend ê Seîd Gabarî bidest xistîye, naha Gabarî li nexwaşxaneyekî Hewlêrê di bin çavdêrîya hûr de ye û rewşa wî jî gelek xirabe.

Herçend li gor rênmayîyên tenduristî û xwe parastina ji korona ti hunermendekî nekarîye serdana Seîd Gabarî bike jî, lê bi rêya malbata wî ve zanyarî karîne bidest bixin û tê gotin bi amûra oksijenê nefes dikare bide û bistîne.

Hunermend Seîd Gabarî xelkê Rojavayê Kurdistanê yê Hesekê ye, sala 1956an ji dayîk bûye. Bavê 8 zarokan e û gelek berhemên giring ên muzikê afirandîye û yek ji hunermendên xwedî ezmûnên giring ê kurdî ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye