Hunermend Selam Koyî îro di temenê 66 saliyê de îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kir.
Hunermendê navdar ê Herêma Kurdistanê Selam Koyî, ji ber celteya mejî, duhî tendirustiya wî têk çûbû û îro 17ê Tebaxê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kir.
Selam Koyî sala 1955an li Hewlêrê ji dayik bû û zêdetir ji 50 salî ye di ware şano û drama de xizmeta hunera Kurdî ye. Dramayên “Hebû Nebû, Memê Alan, Recep, Heqê Tapo çi ye” ji karên wî yên navdar bûn.