Hunermenda Kurd Zelal Gokçe ya ji Bakurê Kurdistanê li Balafirgeha Stenbolê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat desteserkirin.
Hat zanîn hunermenda Kurd Zelal Gokçe do di saetên şevê de li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin, lê nehat zanîn sedema desteserkirina Gokçe çi ye.
Herwiha têkildarî mijarê hevalên Gokçe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî biryara binçavkirinê ragihandin û eşkere kirin nizanin polîsan Gokçe ber bi ku de birine.