Hunermendê navdarê kurd yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir bi Koronayê canê xwe ji dest da

.

Hunermend û aranjorê navdarê kurd Mihemed Elî Şakir ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest da.

Hunermend û aranjorê navdarê kurd Mihemed Elî Şakir, îro li yek ji nexweşxaneyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Mihemed Elî Şakir di temenê 74 salî de û ji ber Koronayê canê xwe ji dest da.

Hunermend Mihemed Elî Şakir birayê hunermendê mezin Mehmûd Ezîz Şakir e ku 50 sal berê xebata hunerî dest pê kiribû û bi sedan awaz bo stranên hunermendên kurd danîbû.

Mihemed Elî Şakir ji 270 stranan re awaz daniye û bi xwe jî xwedanê 30 stranan e.

Mihemed Elî Şakir li bajaroê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bibû lê li Serê Kaniyê dijiya. Ji ber xebatên xwe yên hunerî gelek caran hatibû xelatkirin.

Termê wî hunermendî dê li bajarê Amûdê were veşartin.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne