Navenda Nûçeyan - Malbata Seîd Yûsif ragihand, roja Çarşemê 26ê Sibatê piştî xizmeteke dûr û dirêj bo hunera Kurdî, hunermendê navdarê Kurd Seîd Yûsif li welatê Tirkîyê û li nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê koça dawîn kir.
Seîd Yûsif li Rojavayê Kurdistanê weke “Mîrê Bisqê” dihat naskirin.
Hunermend Seîd Yûsif ew çend sal bûn, ku ji singê ve nexweşîyek hebû û li Stenbolê çareserî werdigrt.
Seîd Yûsif gelek stranên wî hene ku du stranên wî yên bi navê “Qamişlo Bajarê Evînê” û “Oy Felek” gelek navdar in.
Herwiha stranên “Yan Kurdistan Yan Neman”, “Çawa Tu Herî” û “Canda” ji stranên wî yên bi nav û deng in.
Seîd Yûsif kesekî Kurdperwer û xwedî helwestekî niştimanî bû û hêvî û xewna wî rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bû.
Rûdawê sala 2017 hevpeyvîneke taybet pê re kiribû û di wê hevpeyvînê de, hunermend Seîd Yûsif ji Rûdawê re dibêje: “Xwezî berî mirinê min serxwebûna Kurdistanê bidîtiba.”
Her di heman hevpeyvînê de, Seîd Yûsif behsa strana xwe ya li ser rêberê netewî yê Kurd Mele Mistefa Barzanî kirîye û dibêje: “Eger hemû dîwanên xwe yên helbestan bikim stran, hê jî nikarim mafê Mele Mistefa bidim. Mele Mistefa Barzanî em fêrê kurdinîyê kirin. Di dema ku em li pey şunasî û nasnameya xwe de wêl û gêj bibûn, wî em fêrê azadî, neteweyî û nîştîmanperwerîyê kirin. Wî em fêrkirin, ku em gelekî pir bi hêz û mezin in. Mafê me heye weke mirovan bijîn. Mafê me heye, ku li ser xana xwe bi azadî û aştîxwazî bijîn. Dikarim bêjim ku Mele Mistefa Barzanî pêşengê min bûye. lewma berîya 40 salan min jê re stran got.”
Di sala 2019 de, Sekreterê koçkirî yê Partîya Pêşverû Ebdulhemîd Hecî Derwêş di merasimeke rêzgirtinê de ew xelat kiribû.
Hunermendê navdar ê Kurd Seîd Yûsif sala 1947an li bajarê Qamişloyê ji dayik bûye û zêdetirî 50 salan mijûlî karê hunerî bû û ji bo huner û muzîka Kurdî xebat kir.
Seîd Yûsif gotinên stranan dinivîsand, awaz çêdikir û stran jî digotin.
Wî di salên 1970ê de li Lubnanê komeke muzîkê ya bi navê Newroz damezrand. Ew wek yekemîn kes tê naskirin ku amûra muzikê ya bisqê anî Rojavayê Kurdistanê.
Hunermendên navdarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Seîd Yûsif herwiha di warê hunerî zêdetirî 25 xelatên navxweyî û navdewletî wergrtîye. Li Zanîngeha OPsala ya Swêdê jî wek rêzgirtinek jibo hunera wî, wêneyê wî li hobeyekê dersê hatîye danîn.
Rêxistina UNESCOyê di sala 1973ê de li Parîsê bi wêneyê Seîd Yûsif li ser qewanekî zêrîn û bi nexş, nîgar kirîye. Herwiha peymangehekê muzikê yê Norvecê peykerê wî yê bronzî çê kirîye.