Xwandevanên hêja,
min ev zanîna ku ilimdarê Mergeha Şerfedîn û Şengalê yê rêzdar Feqîr Cirdo Evdo, li ser hesabê salnama Êzdîtiyê*1 ji birêz Ayad Abdallah ra gotî û ew î jî di malpera xwe de bi tîpên erebî belakiriye*2 ji bo we û bi alîkariya birê Feqîr Elî Cirdo wergerandiye ser latînî.
Destpêkê de bila „Bila cejna we pîroz be. Ez ji Xwedê, melayîketên wî û padîşahê cejnê hêvî dikim ku, ev îda ji bo hemû Êzdiyan û însanan bibe xêr û xweşî !
Silavên min ji we hemû Êzdiyan û xelkê însanetiyê ra hene.
Rebil Alemîn dinya çêkir, erd cemidî Laliş anî . Sal û meh danîn , ilmê xwe şande erdê nav beşeriyetê. Ev hesab (salnamê) şand û ew di nav ilmê de tê. Hesabê ne ji ilim bê, ne ji ilmê batinê bê , ew ne ji zagona batinê ye. Divê ev hesabê batiniyê tu carî neyê guhirandin.
Hesab li ser alim, oldar, mezinên Êzdiyan û zanên dinyayê ye. Hesabekî mezin li ser xwandevanan heye, ji ber ku ew şareza bin, li ser dinya yê, divê ew ji Rebê xwe ra jî şaraze û zane bin. Xwe ji Rebê xwe ra daynin . Ê ku şuxlê xwe ji hesab bînê û ji hesab bi peyîvê, bila zanibe sal diwazde mehin.
Heke got ku, ev meha kanûnê an jî meha sibatê bi çendî û derket derew, weke salê diwazdeh mehan, diwazdeh caran derew li batinê û melekên Xwedê kirin.
Vêca hesabê heyvê jî wisa, ku bivê va heyv hewçend şevî ye , derket derew û ne rast , derewek li batinê kir.
Heçiyê bi derwan bibêje filan rojê îdên Êzdiyan , îslamê, xiristiyanî û cihûyan in û ne rast be , ew î derewî li batinê kir.
Bahtin bi gotina yekî cihê sal û mehan naguherîne. Eger ku niha kesekî li Lalişê bankir û got, me ciyê salê li Mekê Medînê û Qudsê guherand , Rebilalemîn bi gotina yekî salê na guherîne.
Sal , sala Rebilalemîne û ew her li ser wê teşkîla ku berê daniye ye.
Bila mirov bizanibin ku Xwedê heye, heq û hisabek li ser wan heye . Heçiyên li gor meyla edaleta Xwedê bimeşen, pêwiste ew dadmendiyê fêhmbikin, rêya rast û dirûst bidine ber xelqê.
Heçiyê hesabên van îdan û bûyerên olî dînî , yên Êzdiyan rûmetî ket jê tê , heçiyê ku gelek lê kom bûn bibêjin em ê, ji peyva filan anjî bîvanî nakin , bila wê rûmetiyê bi terkînin û dev jê berdin. Ji ilm û qewlê xwe rêyeke rast bigrin û bi wê rêyê ve bimeşin. Wê Xwedê wan bihasilîne.
Êzdî li Rûsyayê jî hene , ku tû ji Welatşêx biçî cem wan û ji wan bipirsî , ew ê jî bersivê bidin ku, ev hesabê bav û bapîrên me ye. Vêca ku bêjin ev hesabê bavê me ye jî, lê hesab ne yê bapîrê wan e .
Em dizanin, dema qewal Reşo di navbêna salên 1880 heta 1915-an de çûye nav Êzîdiyên zozana, hingê hesabê Êzdiyan ji ilim yek bû û ne didobûn. Em dizanin, heke rûmetî ketiye vî hesabî de û yek yekî din qanih dike . Lê em xelqê Şengalê na qanihin û em terka vî hesabî nadin . Em înad nadin, hesabê me li ilim û qewla tê . Di nav qewlê mehan de jî, ji van cejn û bûyerên ku tên gotin û ji vegera rojê xeber dide. Em terka vî hesabî nadin .“
Xwedê xilmeta ilimdarê rêzdar Feqîr Cirdo Evdo . birê Elî Cirdo û kekê Ayad Abdallah qebûl bike !
Hêvîdarim evagahdarî û wergera min jî bi dilê wan û we be!
Çavkanî;
1 Kemal Tolan- Divê cûdebûnên ku, ketine nav hesabê salnama Êzdîtiyê li gorî kevnariya ilim û qewlên Êzdîtiyê bêne sererastkirin!
https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3203470993201893
https://www.facebook.com/KemTolan/posts/3205803969635262
2 Ayad Abdallah
https://www.facebook.com/cyi.cingali/posts/348923387287350