Li gor nûçeyan medya Tirkiyê 10 hezar milîsên ASAyê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê berê xwe dane navçeya Til Rifetê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên li navçeya Til Rifet, milîsên ASAyê du roj beriya niha ji xelkê sivîl re gotine ku ji wê navçeyê derbikevin û ew ê li wê navçeyê jî dest bi êrîşan bikin.
Heta niha di derbarê şer û pevçûnan de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.