Idrîs Hiso
14 Adarê bû, me biryar da ku em biçin Barzan, li ser mezargehê nemiran fatiheyekê bixwînin. Li Kurdistanê Buhar e, çiya, deşt, newal û gelî devlikenin, ava rûbar û kaniyan li gel darên gulpişkivî û ew darên ku gulên wan dixwazin bipişkivin, ciwaniyekê dide çavên mirov, çavên mirov ji vê sirûşta ciwan têr nabe.
Keriyên bizin, çêlek û golikan, û yek carinan çavê mirov li keriyên pezkofî û mamizan jî dikeve, jixwe heger çavên te bidîmenên hespan di nav wan mêrgên ciwan get, nasbike k utu bextewerî . Ev jî dîmenên van û gund û bajarokn ciwantir dike.
Lê yek ji dîmenên gelekî ciwan, ku ez dixwazim di vê nivîsa xwe de behsa wê bikim, ew e, dîmena wan gênc û zarokan e ku bi gulên Nêrgizê pêşwaziya mêhvanan dikin.
Mirov dema dighê deverên şaxewanî (Çiyayî), li rexê rê dikare hejmarek ji xort û zarokên qijzêrîn, çavşîn û rûqemirî bibîne.
Ew zarok û xort bi şêweyekî ciwan bi çepelyên gulên Nêrgizê girtine, xwe birêz hinekî ditewînin û wan gulan beramber hinek pare pêşkêşî mirov dikin, ew gulfiroş in.
Li seanserî rê ew têne dîtin, û ciwaniyeke zêde dixine ser ciwaniya siruştê.
Min ji yekê ji wan gulfiroşan pirsî; aya navê te çi ye? Gotî navê min Perwîn e
Perwîn tu ji seet çend tê ser şeqamê jibo gulfiroşiyê?
Min le gel hawrêyanim, le beyanî dêmewe, taku bitwanim lêre gul difroşim.
Min du destegul ji wê kêça ciwan kirîn û bi rêya xw ve çûm, lê kên û hêviyên di çavên wê de, li gel pişkîvîna gulên daran, xuşxuşa ava rûbaran û fîxana tilûr û balindiyan hêviyeke mezin di dilê min de afirand û bi şadî me geşta xwe qedand.
Idris Hiso