Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê ÎHDê aşkere kiriye ku pêvajoya serlêdanên şexsî yên ji bo kesên ku di operasyonên li jêrzemînên Cizîrê de mirine berdewam dike, bi biryara redkirinê ya Dadgeha Destûra Bîngehîn re ti mafek ji destê me neçûye.
Parêzer Ozturk Turkdogan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) têkildarî qebûlnekirina serlêdana malbatên cizîrî ji aliyê Dadgeha Destûrî ve daxuyanî daye. Her weha Turkdogan parêzerê malbatên Cizîrê ye.
Ozturk Turkdogan aşkere kiriye ku pêvajoya serlêdanên şexsî yên ji bo kesên ku di operasyonên li jêrzemînên Cizîrê de mirine berdewam dike, bi biryara redkirinê ya Dadgeha Destûra Bîngehîn re ti mafek ji deste me neçûye.
Hinceta redkirina dozê ya Dadgeha Destûrî îro di Rojnameya Fermî de weşîya ye.
Dadgeha Destûrî serlêdana ji bo mirinên di jêrzemînên Cizîrê de pêk hatiye, di 22ê Nîsanê de bi encam kiribû.
Piştî biryara dadgehê Turkdogan daxuyaniyek nivîskî weşandiye û weha gotiye:
“Li Cizîrê dema derketina derve qedexe bû, di mehên Kanûn-Sibata 2016an de di sê jêrzemînên avahiyên cûda de ji sedî zêdetir sivîl mirine. Em weke parêzerên bihîstiyar û mafparêz ji bo ku wan rizgar bikin me bersiva daxwazên wan sivîlan yên ku bi rêya çapemeniyê kiribûn da û me serî li Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.”
Turkdogan gotiye, “Daxwaza edaletê ya mafparêzan û xizmên sivîlên k udi jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin wê berdewam bike. Ji bo xizmên kesên ku di jêrzemînan de mirine ti mafek ji dest neçûye. Ji ber ku serlêdanên şexsî didome.”
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine. (AS/AY)