ÎHD a Diyarbekirê: li Tirkiyê di 399 girtîgehan de 331 hezar û 706 girtî hene û her diçe jî ev hejmar zêde dibe.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Diyarbekirê bi daxuyaniyekê bal kişand ku Tirkiye bi girtîgeh û girtiyan tije bûye û ev rewş bi xwe jî kêşeyeke mezin e. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Lijneya Rêvebir a ÎHD a Diyarbekirê Jîyan Ormanli ve hat xwendin de, bal hat kişandin ku li Tirkiyê di 399 girtîgehan de 331 hezar û 706 girtî hene û her diçe jî ev hejmar zêde dibe.
Jîyan Ormanli ragihand, li girtîgehan ji ber tadayên ku tên kirin û nebûna şertên jiyaneke tendurist, girtî bi nexweşînên giran nexweş dikevin û yên ku ji ber êşkenceyan, derûna wan têk diçe jî hewla xwekuştinê didin û heta niha 70 girtî jî li girtîgehan canê xwe jidest dane.
Ormanli bibîr xist ku ewlehî û venihêrîna hemû girtiyan di bin berpirsyarîya dewletê de ye û divê rayedarên dewleta Tirkiyê jî bi zanîn gavan biavêjin. Hat ragihandin ku niha 531 ji wan rewşan wan giran, tevahî 1517 girtîyên nexweş hene û çaverêyî çareseriyên mirovî ne.
Dîsa bal hat kişandin ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag gotiye ku dê li ser rewşa girtiyên nexweş qanûneke amade bikin, lê heta niha ti gav nehatine avêtin. ÎHD a Diyarbekirê amadekariya xwe ragihand ku dikarin bi daneyên destên xwe di amadekirina wê qanûnê de aktîf cîh bigirin.