İHD: Xebatkarên nexweşxaneyê bi piranî ji malbata Yıldız bûn

Komelaya Mafê Mirovan (IHD) a Rihayê, derbarê bûyera li Pirsûsa Rihayê qewimî û bi kuştina 4 kesan ve encam bû de raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir.

Komeleya Mafên Mirovan İHD di rapora xwe de eşkere kir ku piraniya xebatkarên nexweşxaneyê ji ber ku ji malbata Yildiz bûn alîkariya êrîşkaran kirine û delîlên bûyerê tune kirine.

Komelaya Mafê Mirovan (IHD) a Rihayê derbarê bûyera 14ê Pûşberê de ku di navbera malbatên Yildiz û Şenyaşarlara de li navçeya Pirsûsa Rihayê qewimî de raporek amade kir. Li gor daneyên raporê, di bûyerê de ji xeynî çekan gelek amûrên din jî hatine bikaranîn.

 

Herwiha hat eşkerekirin, piştî pevçûnê ku birîndarên ji malbata Şenyaşarlara rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku piraniya xebatkarên nexweşxaneyê xizmên Ibrahim Yildiz bûn alîkariya êrîşkaran kirine û birîndar bi piştgiriya wan kesan ve hatine înfazkirin.

Her wiha di raoprê de hat destnîşankirin ku piştî înfazên li nexweşxaneyê hemû delîlên bûyerê ji aliyê xebatkaran ve hatine tunekirin.

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin