İkram Oguz
Koçberî qedera kesên kesîb û bindest e. Kesîb ji xizanîyê, bindest jî ji zilm û zordarîyê direvin û jixwe ra li stargehek nû digerin. Ew stargeh carcaran bajareke nêzîk, carcaran jî welateke bîyanî û dûr e. Ger ku bibînin, di wê stargehê da armanca koçberan, bi destpêkirina jîyanek nû avakirina wareke nû ye. Bi çi rengî dibe bila bibe, weke her despêkek, jîyana li koçberîyê bi tengasî û astengîyan va dest pê dike. Jiber ku koçberî, di naveroka xwe da êş û keserê, xerîbî û xemxwarîyê dihewîne.
Li ser koçberî û jîyana li koçberîyê heta roja îro, bi hezaran pirtûk hatine nivîsandin. Ew êş û keser di roman û çîrokan da, di kilam û stranan da hatine ziman. Romana Yusuf Kaynak, Warê Nû jî ji wan pirtûkan yek e. Nivîskar, koçberîya kurd û tirkên ku di salên 60î da berê xwe dane welatên Ewropayê, kiriye mijar û hunandîye. Çawa ji gund û bajarên xwe derketine, di rêwîtîya xwe da çi zehmetî kişandine û rastî çi tengasîya hatine, di kesayetîya Fexroyê lehengê romana xwe da bi hûrgulî li ber çavan radixîne.
Lehengê romanê Fexro xortekî kurd û bist salî ye û li gundekî girêdayî bajarê Rihayê, li gundê Bozo, ji dê û bavek Kurd çê bûye. Di dema zarokatîya xwe da, sedem bindestîyê ji perwerdeyîya bi zimanê xwe yê zikmakî, sedem tunebûna dibistanê jî ji perwerdeyîya bi zimanê tirkî bêpar maye. Jîyana wî ya bîst salî, di gund da, bi berxvanî û şivantîyê derbas bûye. Heta roja çûyîna xwe ya ji bo leşkerîyê, tu bajarek nedîtîye. Di dema leşkerîyê da fêrî zimanê tirkî dibe, ku ew jî tenê ji çend peyvan pêk tê.
Piştî vegera ji leşkerîyê jibo jîyanek nû serî li kargeha kar û xebatê dixe, ku berê xwe bide welatek Ewropayê û ji jîyana xwe ya bi xizanîyê derbas dibe, bifilite. Bextê wî vekirîye, di demeke kurt da bersivek bixêr digre û jibo çûyîna Holandayê xwe amade dike. Mixabin di dilê wî da berebazîya tirs û kelecanê, şabûn û xemgîniyê cîh digre. Bi bextê xwe yê vekirî ra dilşa, ji rêwitîya xwe ya dûr, ku di nav çend welatên bîyanî ra derbas dibe, ditirse û xemgîn dibe.
TERN BI ŞEV Û ROJAN DI NAV BAJAR Û WELATÊN XERÎB RA DERBAS DIBE
Bi alîkarîya cînarek xwe yê zana ra heta Stenbolê diçe, li Sîrkecîyê li trêna reş sîyar dibe û rêwîtîya wî ya dirêj, bi dilekî xemgîn û bi tirs dest pê dike. Tren bi şev û rojan di nav bajar û welatên xerîb ra derbas dibe. Fexro, mîna zarokên ku çavên xwe li dinê vedikin, bê ziman û ji dengên derveyî xwe ra kerr û lal e. Çawa ku zarok di destpêka jîyanê da, bi girîyên xwe nan û avê dixwazin û têrbûna xwe bi kenên xwe nîşan didin, bi çaplûkan dikevin û hîni gerê dibin, Fexro jî sedem nezanî û bêzimanîya xwe, di kurahîya dilê xwe da digrî û daxwazên xwe tenê bi îşaretan tîne ziman.
Ancax bi alîkarîya kesên ku jê ra dibin alîkar, li ser pîyan disekine û bi saya wan rêwîtîya xwe didomîne. Trên û rêwî, gund û bajar, çîya û banî jê ra xerîb in. Di nav wê xerîbîyê da Fexro, bê ziman û nezan, ji dengên derdora xwe ra jî kerr û lal e. Astengîyên ku xeyal nekiribûn, derdikevin pêşîya Fexro û ew bi saya wan ji nezanîbûna xwe hayîdar dibe. Bi dîtina bajar û avahîyên mezin ra matmayî dimîne û ji jîyanê ditirse. Bi êş û kelemên xwe yên nû ra dikewice, ji hebûn û jîyana xwe kor û poşman dibe.
FEXRO DI JÎYANA XWE DA PIRTÛK Û ROJNAME NEDÎTINE
Nivîskar, ew bajarên ku trên di ber ra derbas dibe û avahîyên îstasyonên ku trên lê disekine, bi hûrguli tasvîr dike û dide nasîn. Tiştên ku Fexro di jîyana xwe da cara yekemîn dibîne û matmayî dimîne, yekoyek tîne ziman. Wek mîsal, Fexro di jîyana xwe da pirtûk û rojname nedîtine û ji xwendina wan jî ne hayîdar e. Li îstasyona Wîyana yê bi alîkarîya rêwîyek tirk ji trênê peya dibe û li yeka din sîwar dibe. Rêwîyên trênê bi pirranî Ewropîne û di destê herkesî da pirtûk ya jî rojnameyek heye. Fexro bi tirs û xofa ji wendabûyînê ra, rêwî jî bi xwendina pirtûk û rojnameyan va mijûl in.
Rewşa rêwîyan bala Fexro dikişîne û di dilê xwe da jixwe ra dibêje, “gelo tu kar û barên vana tune ne, ku heryekî tiştek kirîye destê xwe û serê xwe di ser ra xwar kirine!” Ev nezanîya Fexro jî mîna koçberiyê, parçeyek ji qedera kesîb û bindestan ne. Jiber ku ew di warê bav û kalên xwe da jî ji mafê wekhevîyê, ji mafê perwerdeyîyê bêpar in. Salan berê, min li filmek temaşe kiribû. Fîlm li Parîsê derbas dibû. Xortekî bist salî, mîna Fexro ji Cezayîrê rabibû, berê xwe dabû Parîsê. Bi pismamekî xwe yê li Parîsê dijîya ra li metroyê sîyar bibû, rêwîyên di metroyê da rûniştibûn, pirtûk dixwendin. Xortê ku ji Cezayîrê hatibû, bi matmayî li rewşa rêwîyan mêze kiribû û ji pismamê xwe ra gotibû: “Gelo ev hemû kes murîdên terîqeta kî ne, ku bi mîna hev rûniştine û kitêban dixwînin?”
Rêwîtîya Fexro bi tirs û kelecan, derbas dibe û piştî çend şev û rojan li bajarê Arnheimê diqede. Di nav çend rojan da, di fabrîqeyek Hollandî da dest bi kar dike. Fexro xortekî jîr û bi hêz e, mixabin bê ziman e, kerr û lal e. Bi alîkarîya tercûmanan va karê xwe dike, bi alîkarîya karkerên ku berî wî ji Tirkîyê çûne, ji pansîyonê diçe kar û şûnda vedigere. Bi mehan jîyana wî di navbera cîhê kar û pansîyonê da derbas dibe. Nezanîbûna xwe ya ji bo xwendin û nivîsandinê ji hevalên xwe yên tirk jî vedişêre. Ne bixwe dikare nameyek ji dê û bavê xwe ra binivîsîne, ne jî ji şermê alîkarîyê ji kesî dixwaze.
FEXRO DEST BI QURSA XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ DIKE
Bi hêz û quweta xwe dixebite û karê xwe bê qisûr tîne cîh. Helwesta wî bala rêvebirên fabrîqê dikişîne. Bi alîkarîya wan Fexro dest bi qursa xwendin û nivîsandinê, dûra jî bi ya fêrbûna ziman dike. Îmakana ku li warê bav û kalên xwe nedîtibû, li welatekî xerîb, li koçberîyê dibîne û hîni xwendin û nivîsandinê, hînî zimaneke bîyani dibe. Bi qizeka Hollandî ra dibe heval û bi alîkarîya wê zimanê xwe pêş da dibe. Çend salan şûnda ezmûna tercûmanîyê bi serkeftî dide û di cemîyeta bîyanîyan da dest bi karê ku ji roja ewil da li Arnheimê xeyal kiribû, dike.
Fexro yê bê ziman û kerr û lal, li koçberîyê, mîna zarokek dest bi jîyaneke nû bike, fêrî wendin û nivîsandinê dibe. Dûra dibe dilbend û ji karkerên kurd û tirkên ku li Hollandayê dijîn ra tercûmanîyê dike. Yusuf Kaynak, di kesayetîya lehengê romana xwe da, rêwîtîya koçberan û bûyerên ku li koçberîyê di serê wan ra derbas bûye û dibe, bi zimanek zelal û bi hûrgulî anîye ziman.
Bêguman gelek kêmasîyên di pirtûkê da cîh digrin jî hene. Bi taybetî, di warê rêziman û rastnivîsînê da… Lê ez wan kêmasîyan nanirxînim û didim xatirê zimanê pirtûke. Jiber ku ziman bi kurdî ye, ku kurdî jî îro di malên kurdên bakur da li ber mirinêye û berxwe dide. Tê da kêmasî hebin jî, bi saya nivîsandina berhemên wiha, zimanê li ber mirinê ji mirinê difilite û ji nû va jîndar dibe. Loma nivîsandina bi zimanê kurdî, bi tena serê xwe karekî pîroz e. Divê her kurdek, rûmetê bide ev karê pîroz û berhemên bi kurdî bixwîne û bide xwendin
Gazeteduvar