Di Forûma Aborî ya Cîhanê ya Davosê de, îro 21ê Çile Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev civiyan.
Di hevdîtinê de, Serokê Azerbaycanê dilxweşiya xwe ji bo hevdîtinê diyar kir û bal kişand ser pêwediyên dêrîn ên di navbera Azerbaycan û gelê Kurd de. Alîyev di civînê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî vexwend Azerbaycanê.
Alîyev diyar kir, di bernameya wî de ye serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike û amadebûna xwe ji bo destpêkirina geştên asmanî yên navbera Baku û Hewlêrê anî ziman.
Serokwezîr Barzanî jî spasiya piştevanî û hevahengiya Komara Azerbaycanê kir û tekez li ser girîngiya xurtkirina pêwendiyên dualî di hemû waran de kir.