Beriya axaftina Trump bi çend saetan hat ragihandin ku navê Îlham Ehmed jî di nav lîsteya guhdaran de heye ku endama Meclîsa Nûneran a Demokrat Tulsi Gabbard da xuyakirin, ji aliyê wî ve hatiye vexwendin.
Gabbard li ser hesabê xwe yê twitterê ji bo Îlham Ehmedê got, “Serokeke têkoşîna dijî DAIŞê û parêzvaneke bihêz a aştiyê.”
Hêjayî gotinê ye Hevseroka MSDê Îlham Ehmed ev demeke li Washingtonê ye û ligel beşdariya çend bernameyan danûstandinên siyasî dike.